Zewaca berdêlî tundiya li ser jinan zêde dike

Bi taybetî di civakên Rojhilata Navîn de jinên ku bi darê zorê tên zewicandin rastî gelek binpêkirinên mafan tên û nikarin bi qanûnî li mafên xwe bigerin.

RAFIF ESLEEM

Xeza-  Li Şerîda Xezayê gelek jin ji ber şert û mercên aborî bi zorê tên zewicandin. Di zewacên Berdel de mafê axaftinê nayê dayîn, jin di tevahiya jiyana xwe de jiyaneke ku naxwazin dijîn. Du jinên ji Xezeyê ku bi darê zorê hatibûn zewicandin tiştên ku jiyan kirin anîn ser ziman, Parêzer Julia Al-Tala jî bal kişand ser xeteriyên zewacên berdel ên ku di dadgehan de têne xuya kirin.

‘Malbata min li hemberî tundiyê bêdeng dimînin’

Tevî ku zewaca berdêl di civakê de gelekî belav bûye lê gelek pirsgirêkên xwe jî hene ku jin di encamê de ji aliyê derûnî û bedenî bi bandor dibe. Sîham Ehmed yek ji wan jinên ku bi berdêlî hatiye zewicandin e wiha dibêje: “Ji ber tundiya hevjînê xwe gelek caran çûm cem malbata xwe bi hêviya ku malbata min alîkariya min bike lê berteka wan tenê bêdengî ye û bi zorê vedigerînin cem hevjînê min. Bavê min li hemberî tundiya ku tê kirin bêdeng dimîne ji ber ku birayê min bi xwişka hevjînê min re zewiciye û dema ez hevjînê xwe berdim dê xwişka hevjînê min jî birayê min berde û wisa du malbat xirab dibin. Hevjînê min gefan bi zarokan li min dixwe û dibêje ku ger venegerim û wî berdim dê zarokên min ji min veqetîne.”

Sîham Ehemd teqez dike ku her car ew rastî gelek zirarên derûnî û bedenî û devkî duqatî ji bav û birayê xwe dibîne ji ber ku her car ew ji mala hevjînê xwe direve jina wî jî bi zarokan ve diçe mala bavê xwe, tenê carekê wêrek bû, hevberdanê xwest bêyî encaman li ber çavên xwe bigre.

‘Tevî hemû fedakariya min kir jî ez ji tundiyê xelas nebûm’

Nûra Mihemed jî dibêje ku ew rastî tundiya aborî tê, hevjînê wê ew ji hêmanên jiyanê yên sereke weke xwarin û vexwarinê bêpar hiştiye, dema tiştekî bixwaze dibêje tu rewşa min a aborî li ber çavan nagirî. Ew nikare ji mala hevjînê xwe derkeve û biçe mala bavê xwe ji bo zirar negihîje jiyana birayê xwe yê ku bi xwişka hevjînê wê re zewiciye û wiha got: “Tu rojan min bawer nedikir ku bi mêrekî wekî hevjînê xwe re bizewicim. Ez gelek caran hîs dikim ku ez bareke li ser milê malbata xwe me bi vê rêbaza xirab ji min xilas bûn, tevî hemû zehmetiyên dikşînim jî ji tundiya devkî rizgar nebûm, her car xwişka hevjînê min tê giliyê hevjînê xwe dike wê dişînin mala bavê wê heya hevjînê xwişkê were û lêborînê bixwaze û her kesek vedigere mala xwe.

‘Zewaca berdêlî sedemên hevberdanê ye’

Parêzer Julia El-Tala der barê vê mijarê de dibêje: “Rêjeya hevberdanê bi awayekî mezin li Şerîda Xezayê zêde bûye û ji bûyerên zewicandinê bêhtir bûye ji ber gelek sedeman weke nehilbijartina jinan ji hevjînê xwe re li gorî xwe yan jinê bi zorê. Zewaca berdêlî dibe sedema hevberdanê ye ji ber ku di heman demê de herdu malbat belav dibin an jin bi zorê hemû cureyên tundiyê tehemul dikin û bêdeng dimînin tenê ji bo malbata xwe û malbata birayê xwe biparêzin. Dema herdu alî tên dadgehan ji bo zewaca xwe tomar bikin nabêjin ew zewaca berdêl e û mehra jinan gelekî kêm dikin.