Zêrê Meto ya ji dîlgirtinê rizgarbû banga vegera Şengalê kir
Zêrê Meto Şivan a ku 3'ê Tebaxa 2014'an dema fermanê de dîl ketibû destê çeteyên DAIŞ'ê,ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li herêma Dêra Zorê hate rizgarkirin.Zêrê li Navenda Bajarê Şengalê ji aliyê Tevna alîkariya jinên Êzidî ve radestî malbata wê hate kirin.
Zêrê Meto Şivan a ku 3'ê Tebaxa 2014'an dema fermanê de dîl ketibû destê çeteyên DAIŞ'ê,ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li herêma Dêra Zorê hate rizgarkirin. Zêrê li Navenda Bajarê Şengalê ji aliyê Tevna alîkariya jinên Êzidî ve radestî malbata wê hate kirin.
EVÎN ZENDA
Şengal - Di dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir, ferman bi ser warê Êzidîxanê de anî, komkujiyên mezin kir û piraniya wan di gorên komî de veşartin, bi hezarn keçê û jinên Êzidî dîl girtin û bi xwe re birin. Li gel ku li Îraq û Sûriye nêrîna çeteyên DAIŞ’ê bi dawî buye lê heya neha jî aqûbeta bi hezaran keç û jinên Êzidî nayê zanîn. Ji bo dîtina kesên heya neha di windane, hêzên QSD’ê Asayîşa Rojava û mala Êzdiyan di hewildana dene û bi berdewamî her yek ji keç û jinên Êzidî yên azad dikin vedigerînin Şengalê. Herî dawî di dema salvegera bîranîna feramên de jina ciwan a bi navê Sîpan Xelîl hat rizgarkirin û li Şengalê hat pêşwazîkirin. Niha jî yek ji dîlên hatî rizagarkirin Zêrê Meto Şivan a 25 salî ya ku 3'ê Tebaxa 2014'an di dema fermanê de dîl ketibû destê çeteyên DAIŞ'ê,ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li herêma Dêra Zorê hate rizgarkirin. Ji wê demê ve ji bo bi selametî bigihe malbata xwe ji aliyê hêzên QSD’ê ve hewildan dihatin kirin. Di dawiyê de duh Zêrê derbasî Şengalşê hate kirin û ji aliyê Tevna alîkariya Jinên Êzidî ve radestî malbata wê hate kirin.
“Ez bang li dîlên di destê çeteyan de dikim bêtirs li malbatên xwe vegerin”
Zêrê Meto ya kû ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatî rizgar kirin bi van gotinan qala çiroka xwe ya rizgar kinê de ke: “Di fermanê de dîl ketim destê çeteyên DAIŞ’ê û ez jî di nava qafîleyan de birim. Gelek tiştên kirêt anî serê me. Di nava bi hezaran keçên Êzidî yên ji xwe re birin de ez jî hebûm. Di pêvajoya dîlgirtî de min gelek êş û azar ditin. Ez 7 sala di destê DAÎŞ’ê de mam, malbata min bi min re ketin têkliyê û bi rêya mala Êzidiyan û Asayîşa Rojava ez ji destê wan derxstim û gihama mala Êzdiyan. Ez gelek Spasiya mala Êzdiyan dikim, ku ez gehandime malbata min. Ez gelek kêfxweşim îro li malbata xwe vegeriyam. Ez bang li hemû dîlên ku heya niha di destê çeteyên DAIŞ’ê de mane û ji ber tirs malbatên xwe vengerin dikim, her kesê ku derfetên wan hebin bila vegerin malbatên xwe. Tu tirsek nîne, malbatên me em weka çavê xwe xweş divên. Pêwsîte civaka me bibe yek û destê xwe bidin hev, da ku carekî din xortên me neyên qetilkirin û keç û jinên me nekevina destê çeteyan. Her kesî bi me re buyî alîkar em spasiyua wan dikin û taybet jî spasiya QSD’ê dikim.
“Weke ku îro xwişka min nû hatiye diniyayê”
Xwiska Zêrê Meto Menisa Meto jî keyfxweşiya xwe ya dîtina xwişka xwe bi van gotinan anî ziman: “Ez zewicîbûm, mala min cudabû û bi malbata xwe re me derfetê xwe xilaskirinê dît, lê her du xwişkên min li gel babê min li gundê Qinê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin girtin. Xuşka min a mezin bi çar zarokên xwe ve du sala di destê çeteyên DAIŞ’ê dema. Vaye xuşka min ev jî îro gihişte me. Em gelek pê keyfxweşin ji me re wisaye kû îro ji dayikbûye. Em destxweşiya hêzên QSD’ê, Asayîşa Rojava û Mala Êzêidiyan dikin ji ber bi saya wan gelek êsirên me gehiştin malbatên xwe.”
“Di vê mehê de azadkirina du dîlan cihê kêfxweşiyê ye”
Her wiha di dema radestkirina Zêrê de li sernavê Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîda Sado axivî û di serî de spasiya hêzên QSD’ê û hêzên ewlekariya Rojava kir û got: “Bila her kes bizane ku ev dîl bi xwîna Şehîdan tên rizgarkirin. Bila baweriya gelê me bi me hebe heya yek dîl di destê çeteyên DAÎŞ’ê de mabe emê wan rizgar bikin. Bila tu kes li ser van dîlan bazirganiyê neke, ji ber bê beramber ev keçên me têne rizagrkirin. Hêzên Ewlehiya Rojava canê xwe dixin xetereyê û dikevin peyî azadkirina dîlên me Êzidiyan. Em di mehe reşê de ne ji despêka meha Tebaxê heya dawî me gelek rojên reş jiyan kirine, lê a ku me kêfxweş dike di vê mehê de me kariye bi hevbeşî di gel Mala Êzdiyan û QSD’ê dû dîlan rizgarbikin.