Zelox Reşîd: Dagirkirina Efrînê berfirehkirina projeya Osmanî bû

Rêvebera Desteya Darayî ya Efrîn-Şehbayê Zelox Reşîd bi boneya salvegera 5'emîn a dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve got ku dagirkirina Efrînê plana vejandina Osmaniyan e.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê herêma Efrînê dagir kirin. Piştî berxwedana gel a 58 rojan Efrîn ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin. Gelê Efrînê li hemberî êrîşên dewleta tirk biryara berxwedanê da û bi navê Berxwedana Serdemê li tevahî cîhanê deng veda. Lê piştî dagirkirina Efrînê bi sadhezaran welatiyên Efrînê koçberî Şehbayê bûn û tu carî dagirkeriyê li ser xwe qebûl nekirin. Bû 5 sal gelê Efrînê li Şehbayê qonaxa duyem ji Berxwedana Serdemê daye destpêkirin û heya roja îro jî bi îsrar û îrade berdewam dike.  

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê ji destpêka dagirkeriyê ve zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûne. Nêzî 400 hezar kes ji herêmên din ên Sûriyeyê li Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve hatine bicihkirine. Her wiha guhertina demografîk ji aliyê guhertina navê kolan, tax, nexweşxane û rakirina ala Tirkiyeyê li Efrînê, tên meşandin. Dewleta tirk navê qada Azadiyê li Efrînê kir qada Ataturk, qada Newrozê kir qada Selahedîn, qada Wetanî kir qada 18'ê Adarê û qada Kawa Hesinkar jî kir qada Şaxa Zeytûnê. Avakirina yekîneyên niştecihî li Efrînê bi piştgiriya Tirkiye-Xelîcê weke yekîneya niştecihî ya gundê Avrazê, Kiwêt, El rihmê û yekîneya niştecihî ya gundê Hesne.

Di 5 salan de gelek kiryarên xirab li Efrînê hatin kirin

Li kêleka guhertina demografîk jî kiryarên dagirkeriyê di tevahiya 5 salan de li ser welatiyan û bi taybetî jinan berdewam dikin. Bêhtirî 8695 welatî hatine revandin û çarenûsa piraniya wan heya niha ne diyar e. 96 jin li Efrînê hatine qetilkirin ji wan 8 jinan xwe kuştine. 72 jin rastî tecawizê hatine. 666 welatî hatine kuştin. 90 kes di bin îşkenceyê de hatine qetilkirin. Zêdetirî 372 hezar û 500 darên zeytûnê û merxê hatine birîn û êzingên wan hatine firotin. Zêdetirî 13 hezar û 500 darên zeytûn û merxê hatine şewitandin.

Li gorî Rêveberiya Şûnwaran a Efrînê diyar kiriye, li Efrîn nêzî 80 cihên dîrokî hene. Dewleta tirk û çeteyên wê piraniya wan cihan talan kirine û kolandine ji bo berhemên wê yên dîrokî bên dizîn û firotin. Zêdetirî 29 cihên şûnwarî hatine wêrankirin. Bêhtirî 17 mezarên olî hatine rûxandin. Ev bîlanço li ser rûyê erdê zêdetir e.

Rêvebera Desteya kantona Efrîn-Şehbayê Zelox Reşîd bi hatina salvegera 5'emîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi ajansa me re nirxandin kir û behsa kiryar û binpêkirinên dagirkeriyê kir.

Dagirkirina Efrîn ji bo vejandina împaratoriya Osmanî bû

Zelox Reşîd salvegera 5'emîn a dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi bîr anî û ev tişt anî ziman: "Di salvegera pêncemîn a dagirkirina Efrînê de em hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin. 5 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibe tê wateya 5 salên ji êş, zehmetî, koçberî û jiyana penaberiyê. Êrîş û dagirkirina ku li Efrînê çêbûye di encama lihevkirinên navneteweyî de bû, ji ber berxwedana Efrînê ya 58 rojan li tevahî cîhanê deng veda. Welatiyên Efrînê li hemberî hêzên cîhanê bi teknîkên gelek sivik û normal berxwedana xwe berdewam kirin û teslîmkarî qebûl nekirin. Bêdengiya civaka navdewletî û ji ber ku li dijî êrîşan derneketin, dewleta tirk ev yek nîşan da ku dagirkirina Efrînê biryarek siyasî bû. Armanca Erdogan jî ew bû ku erdnîgariya xwe berfireh bike û împaratoriya Osmanî careke din vejîne û qirkirina Kurdan pêk bîne."

Qonaxa duyem a Berxwedana Serdemê dan destpêkirin

Di nava gotinên xwe de Zelox Reşîd diyar kir ku ji ber dagirkirina Efrînê piraniya xelkê wê derê koçber bûne û berê xwe dane kantona Şehbayê û berxwedana xwe li wê deverê berdewam dikin û wiha got: "Di encama dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve, piraniya xelkê Efrînê koçber bûn û dagirkerî qebûl nekirin. Ev bû pênc sal li kantoan Şehbayê welatiyên Efrînê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê berdewam dikin. Ji kêliya destpêkê û heya roja îro çalakiyên xwe ranewestandine. Rojane li kolanan e û nerazîbûnên xwe li dijî dagirkeriyê nîşan didin û ji bo vegera Efrînê xwedî îrade û îsrar in. Ruxmî jiyana koçberiyê jî dîsa dewleta tirk êrîşên xwe li ser Şehbayê nesekinand û rojane êrîşî gelê sivîl dike û di encamê de jî bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hewl didin gelê Efrînê ji vê deverê jî derxin da ku doza Efrînê bê jibîrkirin. Li ser vê esasê gel dev ji berxwedana xwe bernade û xwedî biryar in."

‘Binpêkirin û kiryarên dagirkeriyê li Efrînê didomin’

Zelox Reşîd di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirinên çeteyan li Efrîna dagirkirî û got: "Çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker li Efrînê binpêkirinên mezin û dijwar li ser welatiyên ku li Efrînê mane didin meşandin. Bi taybetî li ser jinan binpêkirin û kiryar tên meşandin. Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve heya roja îro jin tên hedefgirtin. Bi hezaran jin tên revandin, rastî tecawizê tên, tên îşkencekirin. Di heman demê de zewicandina bi dara zorê bi çeteyan re jî li ser jinan li Efrînê tê ferzkirin. Li kêleka welatiyan kiryarên li ser xwezaya Efrînê jî tên meşandin. Hemû daristanên Efrînê veguherîn çolistanê, piştî dagirkeriyê. Bi sad hezaran dar hatin birîn, şewitandin. Her wiha berhemên dîrokî hatin dizîn, şûnwarên Efrînê hatin rûxandin, wêrankirin û binpêkirin. Guhertina demografîk jî tê meşandin ji guhertina navê gundan, taxan û bajaran û bicihkirina malbetên çeteyan li şûna xelkê resen. Avakirina yekîneyên niştecihî li Efrînê bi alîkariya rêxistinên ji Qatar û Kuweytê heya niha berdewam dikin. Ev yek jî piştgiriya firehkirina projeya Osmanî li Efrînê dike. Beriya Efrîn bê dagirkirin projeya Neteweya Demokratîk lê dihat peydakirin û hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nava xwe de dihewand ev jî ne li gorî dilê dagirkeriyê bû lewre Efrînê armanc girtin. Di salvegera 5'emîn de em ê vegera Efrînê misoger bikin û divê Efrîn veguhere cewherê xwe. Em xwediyên Efrînê ne."