Zelal Ceger: Çareseriya aloziya Sûriyeyê bi diyalogan pêkan e
Endama Desteya Serokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zelal Ceger kriza li Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku derbasbûna aloziyan bi diyalogan pêkan e.
SÎBÎLYA EL ÎBRAHÎM
Reqa – Nakokî û krîzên di navbera alîyan de bandorê li gelê herama Bakurû û Rojhilatê Sûriyeyê hemûyan dike. Ev alozî 13 sal in nehatiye çareserkirin. Bi taybet hweildana nêzbûna hikumeta Şamê û Dewleta Tirk xeteriyên heyî hîn zêdetir dike û rê li ber dagirkeriya xaka Sûriyeyê dike. Endama Desteya Serokatiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zelal Ceger der barê hevdîtinên dewleta Tirk û hikumeta Şamê, rêbazên çareseriya aloziya li Sûriyeyê, êrîşên dewleta Tirk de pirsên me bersivand.
*Hûn geşedanên siyasî û bûyerên herî dawî li herêmê çawa dinirxînin?
Eger em bixwazin geşedan û rewşa siyasî ya herî dawî li herêmê binirxînin em ê bibînin ku hemû krîz û dosyayên di sala 2024’an de derketin holê destnîşan dikin ku em ber bi şerekî herêmî yan jî şerekî cîhanî ya sêyemîn ve diçin. Ev dê guhertinên berbiçav bi xwe re bînin ji ber şerê bazirganiyê ye ku bi xwe bûye şerê navneteweyî. Ev yek bandora xwe li ser herêmê bi giştî heye û bi xwe re gelek neyînî û astengiyan tîne ji ber şerê cîhanê yê sêyem nakokiyên di navbera dewletan de ye û di heman demê de danûstandin e ango eniya şer tune ye. Lê belê kîjan alî di berjewendiyê xwe de serkeftîbe tê wê wateyê ku ev di şerde jî serkeftî ye.
Em di pêvajoya desthilatdariya kapîtalîzmê de ne û bandorê li hemû civakan dike bi taybet li herêma Rojhilata Navîn ku bi dewlemendiya xwe yên binerd û cihê xwe yê erdnîgarî navdar e ji ber wê yekê em dibînin ku dewletên Ewropa û Amerîkayê yên di nav krîzên civakî aborî yan jî siyasî de ne hewil didin krîzên xwe bînin herêmê û ev yek bû sedema derketina gelek bandorên neyînî. Em dibînin ku li Rojhilata Navîn ewlehî tune ye, şer, rûxandin û kuştin berdewam dikin. Dewletên desthilatdar hewil didin herêmê kontrol bikin û berjewendiyên navneteweyî pêk bînin. Eger em cudahiya di navbera tişta Fransa û Berîtanyayê beriya hevpeymanên kar û dagirkeriyê dike binerin em ê bibînin ku tişta dewleta Tirk yan jî Amerîka yan jî Rûsyayê dike heman e lê belê tenê şêwaz hatine guhertin.
Hewil didin gelan ji hev qut bikin
Di rastiyê de siyaseta cudakariyê li ser herêmê tê meşandin û hewil didin gelan ji hev qut bikin ji bo bighêjin berjewendiyên xwe. Ev hemû jî bandora wan li herêmê heye û di heman demê de herêm niha di rewşeke şoreşa gelan de ye. Divê sîstemên kapîtalîst dîktator û desthilatdar jî berdêlekê ji xwe re bibînin. Projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan daniye ew e berdêla hemû sîstemên desthilatdar ji ber çareseriya herî guncaw ya birêvebirina pêvajoyê û misogerkirina aştiyê ye. Ji ber wê yekê em dibînin xwediyê van fikran di zindanê de ye ji ber banga fikrê azad û îradeya gelan û pêkanîna wekhevî û biratiya gelan kir.
Li herêma me nakokiyên navneteweyî û krîz hene û bi xwe re bandoran li ser herêmê dike ji ber bûye rûber û navenda nakokiyan lê belê li hember wê weke hebûn û îradeya gelên herêmê xwe û hêza xwe îsbat kirin. Projeya neteweya demokratîk hat ragihandin û tê pêkanîn. Ev proje ketiye pêvajoya birêxistinkirin û rêvebirina civakê û parastina wê. Ya herî girîng jî di vê pêvajoyê de ji bo destkeftiyên hatine bidestxistin biparêzin em çawa dikarin geşedanên siyasî di salên dawî de binirxînin.
*Hûn nêzbûna di navbera dewleta Tirk û Hikûmeta Şamê de çawa dibinin, çi hişt dewleta Tirk xwe nêzî hikumeta Şamê bike?
Piştî zêdetirî 13 salan ji krîza Sûriyê gelek nîqaş û nêzîkatî di navbera hikûmeta Şamê û dewleta Tirk de hene. Her aliyek berjewendî û armancên xwe bêyî gelê Sûriyê bifikirin pêk tîne. Tişta Rûsya ji Tirkiyê re dike ji bo berjewendiya xwe dike ne ku ji bo gelê Sûriyê ye. Nêzîkatiyên vê dawiyê qet ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ye. Ji ber vê yekê divê hikûmeta Şamê van nêzbûnan heta derketina dewleta Tirk a dagirker ji xakên dagir kirine qebûl neke. Piştî rizgarkirinê dikarin bi hev re danûstandinê bikin. Her wiha divê diyalog di navbera Hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hebe. Ev karekî hundirîn girêdayî hemû gelan û pêkhateyên li Sûriyê ye.
*Hûn weke Partiya Sûriyeya Pêşerojê hûn ê çawa vê pêvajoyê birêve bibin? Planên we yên pêşerojê ji bo Sûriyeke bi ewle çi ne?
Weke partiya Sûriyeya Pêşerojê em kar dikin û hewil didin Sûriyeke Demokratîk tijî aştî û ewlehî, têde hebe ava bikin. Ji destpêkê ve em li hemû bajarên Sûriyeyê li ser esasê fikrê demokratîk kar dikin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em li gor fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya li ser yekîtiya gelan û jiyana ewle dimeşin. Partiya me jî li ser vê xetê dimeşe bi taybet piştî kongreya çaremîn me dikarîbû çawaniya karê li Sûriyeyê bi giştî pêş bixin. Her wiha têkiliyên xwe yên dîplomatîk li derve û hundir pêş bixin û hewil didin destkeftiyên şoreşê biparêzin. Ji bo avakirina Sûriyayeke pêşerojê nenavendî gelek hewildanên me hene.
*Di demekê de herêm bi zehmetiyan re rûbirû ye gelê herêmê çawa dikare yekbûna xwe çêke û hevgirtî be ji bo li hember van zehmetiyan bisekine?
Gelê me dibîne ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê berdewam in û ranawestin. Tenê ji bo aboriya herêmê lawaz bike komkujiyan pêk tîne û binesaziyan hedef digre. Ji bo ku gel li dijî Rêveberiya Xweser bide şuxulandin û bêje ku ev rêveberî nikare herêmê birêve bibe û fitneyê derxîne. Ji ber vê yekê divê gel hişyar be û ji şerê taybet re jî hişyar be. Li ser vê bingehê divê gel amade be li hember van hemû zehmetiyan rûbirû be.Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêz û moral dide me ji bo em berdewam bikin, ji bo em Sûriyeke azad demokratîk ava bikin. Em ê herdem kar bikin ji bo em li ser her kesê hewil dide li pêşiya çareserkirina kirîzê bibe asteng bisekinin.