Zêdeyî 100 hezar kes ji Qerebaxê gihiştin Ermenistanê

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku zêdetirî 100 hezar kes ji Qerebaxê gihîştine Ermenîstanê.

Navenda Nûçeyan – Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Filippo Grandi derbarê rewşa Qerebaxê de ku piştî operasyona leşkerî ya Azerbaycanê di 19’ê Îlonê de dabû destpêkirin û paşê agirbest hadibû ragihandin de, daxuyanî da. Filippo Grandi, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X (bi navê xwe yê berê Twîtterê) diyar kir ku ji Qerebaxê zêdetirî 100 hezar penaber derbasî Ermenistanê bûne.

Filippo Grandi di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Gelek ji van kesan birçî ne, pir westiyayî ne û pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye. UNHCR û rêxistinên mirovî yên din piştgirîya rayedarên Ermenistanê dikin. Bi lezgînî pêdivî bi alîkariya navneteweyî heye.”

Li gor nûçeya Reutersê ji RIA’yê, hikûmeta Ermenistanê ragihand ku ji serê sibê ve 100 hezar û 417 kes gihiştine Ermenistanê.