Zêdetirî milyonek jinên Mexribî rastî şîdetê hatine
Rapora Midûriyeta Herêmî ya Komîseriya Bilind a Plansaziyê ya Mexribê eşkere kir ku ji her 10 keç û jinan nêzî 9 keç û jin di jiyana xwe de rastî şîdetê hatine.
Mexrib- Midûriyeta Herêmî ya Komîseriya Bilind a Plandanînê li Mexribê di 5'ê Mijdarê de raporek bi seravê " Tundiya li dijî keç û jinên li herêma Tanca, Tetuan û Al-Hesîma" eşkere kir û tê de piştrast kir ku ji her 10 keç û jinan li 3 bajarên Mexribê 9 ji wan di jiyana xwe de rastî awayên şîdetê tên.
Di raporê de hat diyarkirin ku ev rêje digihîje milyonek her wiha ji milyonekî 219 hezar û 380 hezar keç û jinên ku temenê wan di navbera 15 û 74 salî ye, ev yek diyar dike ku ji sedî 88,3 temsîl dike.
Midûriyeta Herêmî ya Plansaziyê eşkere kir ku hejmarên di vê raporê de cih digrin di daneyên duyemîn ên lêkolîna neteweyî ya li ser şîdeta li dijî jin û mêran in li Mexribê ku di sala 2019'an de hat kirin de cih girtiye, ev yek armanc dike ku diyardeya şîdeta li ser bingeha zayendî bi berfirehiya xwe çareser bike.
Lêkolîn di navbera Sibat û Tîrmeha 2019'an de hat kirin, li gorî temsîliyeta erdnîgarî, civakî û aborî ya nimûneya ku li bajarên Tangier-Tetuan-Al Hoceima ji 1140 keç û jin û 285 xort û mêran pêk hat. Yanî bi rêjeya ji sedî 9.5 ji nimûneya ku di asta neteweyî de hat hilbijartin, wekhev e.
Rêjeya tundûtûjiyê ya herî zêde li bajaran hatiye tomarkirin, bi qasî ji sedî 90,8, beramberî ji sedî 83,1, li ser asta neteweyî ye. Rêjeyên ku li gundan hatine tomarkirin, ji sedî 83,9 beramberî ji sedî 81,6 di asta neteweyî de.
Şîdeta derûnî cureya herî zêde di nava civakê de hatiye belavkirin
Di raporê de hat diyarkirin ku şîdeta psîkolojîk ji sedî 83,2, li gorî şîdeta fizîkî ji sedî 38,6 û şîdeta zayendî jî ji sedî 29,9 e.
Di raporê de hat destnîşankirin ku di nava 12 mehên beriya temamkirina lêkolînê de 849 hezar keç û jin li bajarên Tangier-Tetuan-Al Hoceima rastî reftarên şîdetê hatine, yanî ji sedî 61,5 li gorî ji sedî 57,1ê neteweyî hatine kirin. Ji aliyê din ve, jinên li bajaran bêtirî jinên gundan rastî şîdetê tên bi rêjeya ji sedî 66,5.
Nimûneya belavkirina şîdetê di jiyana jinan de bi encamên 12 mehên beriya vê lêkolînê de hat dubarekirin û diyar kir ku şîdeta psîkolojîk herî zêde ye. Midûriyetê 719 hezar bûyer ango ji sedî 52,1 şopandiye, di gel zêdebûneke nisbî li navenda bajarê ku ji sedî 56,2 bû, li gorî devera gundan ku bû ji sedî 44,7.
Di rêza duyem de tundûtûjiya aborî nêzî 222 hezar halet, ango bi rêjeya ji sedî 16.1, derdikeve hole, piştre tundiya bedenî bi nêzîkî 177 hezar halet an ji sedî 12.8 tê û dûv re şîdeta zayendî bi dora 175 hezar bûyer an jî ji sedî 12.7 tê.