Zarokên Xezayê rojên xwê bê xwarin derbas dikin

Rêxistina alîkariyê ya navneteweyî Oxfam diyar kir ku ji sedî 85’ê zarokên li Xezayê ji her sê rojan herî kêm rojekê bê xwarin derbas dikin.

Navenda Nûçeyan - Îsraîl ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên bênavber li ser Zivala Xezayê didomîne. Ji bilî topbaranan, Îsraîlê xwarinê jî wek çek bikar tîne û rê nade ku alîkarî derbasî herêmê bibe. Kesên li Xezayê li dijî birçînê li ber xwe didin.

Rêxistina alîkariyê ya navneteweyî Oxfam daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber ku Îsraîl rê li ber alîkariyên ku derbasî Xezayê dibin û topbarandewam dike, belavkirina alîkariyê û ketina alîkariyê ya dildarên herêmê ne mimkûn bûye. Hate diyarkirin ku girtina deriyên sînor, saziyên alîkariyê neçar kirin ku cihên xwe biguherînin û pêvajoya kontrolê ya demdirêj a ku dema alîkarî derbasî herêmê bû, nekarîn alîkariyê bigihînin herêmê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi taybetî piştî ku Deriyê Sînor ê Refehê hat girtin bi hezaran kamyonên alîkariyê li Deriyê Sînor ê Kerem Şalom ketine rêzên dirêj û wiha hat gotin: "Lê belê li derveyî sînor herêmeke aktîf a pevçûnê ye û gelekî xeternak e. Dirêjkirina pêvajoya erêkirina Îsraîlê ya ji bo komkirin û belavkirina alîkariyên ku dikevin herêmê gelek caran dibe sedema taloqkirina pêvajoyên belavkirinê.”

Ji 6’ê Gulanê ve Alîkarî hatiye sînordarkirin

Di daxuyaniyê de îstatîstîkên rewşa mirovî ya li Xezayê hatin parvekirin. Li gorî vê yekê, ji sedî 85’ê zarokên li Xezayê ji sê rojan herî kêm rojekê qet xwarinê naxwin. Li El Mevasî 500 hezar kes neçar in 121 tuwaletan parve bikin. Her wiha ji 6’ê Gulanê û vir ve hejmara alîkariyên ku derbasî Xezayê dibin ji sê par kêm bûne. Ji wê demê heta niha rojane bi giştî 8 kamyonên alîkariyê û bi giştî 216 kamyonên alîkariyê karîbûn xwe bigihînin herêmê.