'Zarokên me doza me ne, tiştek nikare me paşve bikişîne'

Di Roja Jinên Cîhanê de, dayikên windayan li ber avahiya Navenda Çapemeniyê ya Tahar Jaut a li Cezayîrê xwepêşandanek li dar xistin.

Cezayîr - Dayikên windayan ji bo zanîna rewşên zarokên xwe yên ku ji salên di nodî de winda bûne kom bûn. Xwepêşanderan gelek dirûşmên "Wan ji malê revandin, em agahiyan ji wan nagirin" û " Zarokên me doza me ne û tiştek me paşde venakişîne." qîriyan.
Xwepêşanderan wêneyên keç, kur, mêr û hemû endamên malbatên xwe yên ku zêdeyî 25 sal in winda bûne hildan.
Dayika rojnamevanê winda Ezîz Bin Abdullah got: "Bi minasebeta Roja Jinên Cîhanê, ez hatim ku rastî û dadê şermezar bikim. Ger kurê min sax be ez dixwazim wî bibînim û ger mirî be ez gora wî diwazim. Ji bo min cejna jinan tune ye, em hatin pêşiya mala çapemeniyê, heqîqet hêj derneketiye holê, me tiştek zehmet nexwestiye."
Dosyaya windayan, wekî yek ji bermahiyên krîza ewlehiyê ya ku Cezayîrê di salên 1990'î de derbas kiriye hê jî li cihê xwe dimîne. Rûpelên vê dosyeyê hîn nehatine girtin.