Zarokên li Yemenê di navbera rastiyek wenda û pêşerojek nediyar de ne
Li Yemenê zarokên ku bi pevçûn, şer, koçberkirin û encamên van hemûyan re rû bi rû dimînin, herî zêde zirarê dibînin û di navbera rastiyek wenda û pêşerojek nediyar de dijîn.
RANÎA ABDULLAH
Yemen - Yemen yek ji wan cihan e ku mirov bi taybetî di van salên dawî de ji ber ewlehî û birçîbûnê ji mafên jiyanê bêpar mane. Li welatê ku tê gotin di dîrokê de koçberiya herî zêde lê hatiye jiyîn, yên ku herî zêde mexdûr dibin jin û zarok in.
Di dema derketina ji cih û warên xwe de, zarok ne tenê ji ewlehiyê bêpar man, di heman demê de rastî gelek zext û bûyerên xeternak hatin ku dê heta dawiya jiyana wan, bandorên ku li ser wan çêkirine bimînin. Hemû tiştên ku qewimîn di warê tenduristî, perwerde û ewlekariya zarokan de encamên giran bi xwe re anîn.
Bi zarokên xwe re neçar ma bireve
Şer neçar kir ku di sala 2016’an de Sahar Abdullah ji bajarê Taizê li başûrê rojavayê Yemenê koçî bajarê Ibb a li başûrê paytextê bike. Xeyalên xwe li pey xwe hişt, bi pêşerojek nediyar a zarokên xwe re rû bi rû ma. Sahar Abdullah dibêje: “Her tiştê ku li derdora zarokên min û yên din diqewime hiş û giyana wan jî xirab dike. Ez hewl didim sê zarokên xwe bi qasî ku ji destên min tê, ji ramanên jehrîn ên ku li navendên havînê li herêmên di bin kontrola Ensar Allah de tên fêrkirin, biparêzim” û diyar dike ku hewldanên wê yên ji bo parastina zarokên xwe mîna dilopeke ji behrê ye li gorî tiştên diqewimin. Li gorî wê, Hûsî heta ku ji destê wan tê hewl didin ramanên xwe yên mezhebî belav bikin û bang li zarokan dikin ku di bin navê “cîhadê” de beşdarî eniyên şer bibin.
Perwerdeyên cuda tên dayîn
Mamoste Fatima Elî jî kesek e ku gelek caran bi zarokan re di têkiliyê de ye. Fatima Elî diyar kir ku li herêmên cuda perwerdeya cuda ji bo zarokan tê dayîn û hewl tê dayîn fikrên xeternak belav bibin. Xala 92’emîn a Qanûna Mafên Zarokan a Yemenê dibêje ku dewlet dê di warên cuda yên wêjeyî, hunerî û zanistî de hewcedariyên çandî yên zarokan bi cih bîne. Tê destnîşankirin ku ew dikarin bi îlhamê ji mîrata xwe ya Erebî û Yemenî ji pêşketinên zanistî û çandî yên nûjen sûdê bigrin lê rewş ne wisa ye.
Ji bo parastina zarokên xwe…
Dayika 3 zarokan Samah Elî diyar dike ku ji ber lîstina li kolanê ewlehiya zarokên wê dixe xeterê neçar dimîne bihêle ku zarok dema xwe ya vala bi telefonê derbas bikin. Samah Elî got: “Ez dizanim ku zarok demeke dirêj li ser telefonan derbas dikin. Ev rewş gelek bandorê li tenduristî û konsantrasyona wan dike lê ji ber tunebûna cihên diyarkirî ji bo zarokan me dixe vê rewşê. Wek dê û bav, em rêbazên nebaş bikar tînin da ku zarokên xwe winda nekin.” Samah Eli difikire ku dîmenên tundiyê yên zarok temaşe dikin li ser kesayetiya wan bandorê çêdikin û nîşaneyên wan bi wan re xuya dikin.
Her çend di xala 102’emîn a Qanûna Mafên Zarokan a Yemenê de weşana di saziyên çapemeniyê de ji bo zarokan were ferzkirin jî ev yek ne pêkan e.
Divê bernameyên taybet bên pêşxistin
Rojnamevan Aya Kaled balê dikşîne ser girîngiya lidarxistina çalakiyên şahiyê û parkan ji bo zarokan û got: “Di betlaneya havînê de zarok li kolanan in û di bin metirsiya bombebaranê de ne. Dibe ku bi hevalên nebaş ên ku exlaqê wan xirab dikin re bibin an jî beşdarî eniyên şer bibin.” Aya Kaled dibêje divê ji bo zarokan qad bên çêkirin.
Aya Kaled amaje bi wê yekê dike ku divê ji bo zarokan bernameyên taybet bên amadekirin da ku ew nebin mexdûrên naverokên din ku bi vî awayî zirarê bidin wan û di pêşerojê de bandorê li wan bikin û dibêje: “Di zarokan de qonaxên duyemîn, sêyemîm û çaremîn hene ku jê re têgihîştina şêweyî yan qonaxên plansaziya sîstematîk tê gotin. Di van qonaxan de, wergir ji hawirdora xwe agahdarî digre. Ew di qonaxa girtin û berhevkirina agahiyan de ne, çi dîtbarî be, çi bihîstinî be, çi tiştên xêzkirî bin, çi axaftin be û tiştên ku niha li ser medyaya dîjîtal tên weşandin ji temenê wan re ne guncaw in.”
‘Em dibînin ku kêmasiya çavdêrî û nirxandinê heye’
Aya Kaled got: “Mixabin di bernameyên zarokan de naverokek ne rast û îdeolojîk tê pêşkêşkirin. Dema em li ser naverokê lêkolîn dikin, dibînin ku peyamên siyasî yên veşartî hene, bi awayekî bê tehemul eşkere ne û kêmasiya çavdêrî û nirxandinê heye. Zirara naveroka ku ji zarok re tên nîşandan wan arasteyî lîstikên dîjîtal dike ku di rastiyê de di nav de serhişkî jî heye, tevgerên pir tundûtûjî bi wan re çêdibin. Bi qîrîn an jî çûyîna zarok ber bi aliyekê ve dibe sedem ku bi zarok re bi demê re otîzm çêbibe. Zarokên ku pir caran dîmenên tundiyê dibînin hîperaktîf dibin.”