Zarokên ku Rusya revandine gihiştin malbatên xwe
Ji roja şerê di navbera Rusya-Ukrayna de derketî heta niha herî zêde zarok jê bandor bûn. Zarokên ku ji hela Rusye ve ji bo dayîna malbatên cûda hatibûn revandin, yek bi yek tên dîtin û hewil didin radestî malbatên wan bikin.
Navenda Nûçeyan – Li gor daneyên NY ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukrayna ya di 24’ê Sibata 2022’an de destpê kir û di encamê de bi hezaran zarokên Ukraynî jiyana xwe ji dest dan, 121 hezar zarok ji aliyê Rusya ve hatin revandin. Hat diyarkirin ku zarokên ku hatin revandin ji bo bidin kesên din li Rusya tên girtin.
Saziya alikariya Ukranya Save Ukraine, di daxuyaniya ku herî dawî dayî de dan zanîn ku 31 zarokên Ukranya ku ji Ukranya revadin Rusya roja Îna bûrî li sînorê Belerus- Ukranya derbas bûn û radestî malbatên wan hatine kirin. Save Ukraine di heman demê de qeydên dimenên radestkirina zarokan ya malbatên wan parve kirin.
Hat gotin ku wê bidin kesên din
Zarokê 13 salî Dasha Rakk diyar kir ku ji ber şer çend heftiyan ji Hersonê birin Kirimê û tiştên ku jiyan kiriye wiha anî ziman: “Dema ku em çûn wê derê ji me re gotin, me we weke ewladên xwe girtine û hunê demek dirêj li vê derê bin, me hemûyan dest bi girî kir.”
Serokê Save Ukraine Mykola Kuleba bal kişand li ser zarokên ku hertim cihê wan tên guhertin û got: “Ev erk ji bo zarokên ku me vegerandine û zehmetiyên ku me kêşane ji ber wê erkek gelek giringe. Di 5 mehan de 5 caran zarokên ku cihê wan hatine guhertin hene, gelek zarokan digtotin ew li gel mişk û kêzan jiyan kirine.” Mykola Kuleba di heman demê de bi bîr xist ku zarok di bin navê qampên havînê de birine herêmên Herson û Harkov.
Rusya ji bo zarokan zagon derxistibû
Netewên Yekbûyî di parvekirinên xwe ên berê de aşkira kiribû ku Rusaya zêdeyî 121 hezar zarokên Ukranya ji bo bidin kesên din revandine. Di dxauyaniyê cûda de hat diyarkirin ku Rusya mafê paarstina zarokan binpê dike. Zayariyên ku Rusya cihên ku dagirkirine pasaport didin zarokên Ukranyaya, ji aliyê malabatên Rusya ve weke ewlad digrin, hatin parve kirin. Di Gulana sala 2022’an de serokê Rusya Putin ji bo malbataên Rusa zarokn Ukranya yên bê malbat bigrin lez dan pêvajoyên brokratê û pêşnûme zagon îmza kiribû. Li Rusyaya ku ji welatên cûda girtina zarokan ya malbatan qedexe bû, pêngava Putin di vê mijarê de hemû îdea bi hêz kir.
Ji 49 welatan sekna hevpar
Li kêleka wê beriya çend rojan ku pêvajoya radestkirina 31 zarokan destpê bike konseya ewlehiya NY, di formata Arria, civînek di derbarê rewşa zarokên li Ukranya li darxist. Di vê civînê de Putin û komsera mafê zarokan ya Rusya Maria Alekseyevna Lvova-Belova ku dadgeha navnetewî ya ceza derbarê wê de biryara girtinê derxistibû bejdar bû. Ev bejdarî rastî helwestan hat, 499 welatên ku Ukranya jî din av de metnek hevbeş îmza kirin. Di belavoka ku zarokên Ukranya bi zorê dibin Rusya û ji aliyê Kremlin ve hatin revandin, dan zanîn ku zêdeyî 19 hezar û 500 zarokên Ukranî div ê çarçoveyê de rastî zextên Rusan hatine.
Derbarê Putîn de darizandin
Li aliyê din Dadgeha Navnetewî ya Ceza di 17 Adarê de derbarê Putin de bi hêceta zarokan bi awayek dij zagonê ji Ukranya dersînor kirin û birine xaka Rusya biryara girtinê derxistibûn. Meqamên rayedarên Rusya di derbarê ne giringiya biryara dadgehê de daxuyanî dan.
Herî zêde zarokan zirerê dît
Jî diroka şer destpêkirî heta niha, herî zêde rewşa zarokan hat axaftin. Li gora tê texmînkirin li Ukranya 3,2 milyon nivê zarokan nikarin xwe bigihînin pêwîstiyên bingehîn ji vê yekê ji bi fikar in. Ji ber êrîşan 1,4 milyon kes nikarin xwe bigihînin avê. Li bajarên Mariupol û Herson zanyariyên ku rewş hîn zêdetir xirabtir e tên belavkirin. Li gora Yekineya jina ya NY îdeayên êrîşa zayendî û tecawizê zêde bûne û herî zêde zarok jê zirerê dibinin. Nunera daimî ya ABD ya NY Linda Thomas Greenfield koçberên Ukranya ji sedan 90’an jin û zarok in. Li gora rayedarên navxweyî bal li ser hat kişandin ku hinek jinên Ukranya û zarokên keç ji bo ji destdirêjiya leşkerên Rus birevin porên xwe qut kirine.