Zarokên ku li kolanan dimînin nizanin biçin ku derê!

Zarokên li Idliba dagirkirî ji ber polîtîkayên şer û êrîşên ku berdewam dikin û di erdehejê de malbatên xwe winda kirine neçar in li kolanan bimînin dibêjin ku cihekî biçin tune ye loma nizanin biçin ku derê.

HADEEL Al-OMAR

Idlib – Polîtîkayên şer herî zêde bandora neyînî li jiyana jin û zarokan dikin. Bajarê Idlibê yê li Bakurê Sûriyeyê di bin dagirkeriya  dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, HTŞ’ê de ye. Ji ber polîtîkayên şer, pirsgirêkên aborî û cihê bê ewle berdewam dikin, xebatên saziyên mafên mirovan ji aliyê çeteyan ve tên astengkirin.

Li Idlibê hem ji ber polîtîkayên şer êrîşên ku berdewam dikin, hem jî zarokên ku malbatên xwe di erdheja 6’ê Sibatê navenda wê Mereş de winda kirin, neçar in li kolanan bijîn. Zarokên ku li kolanan dijîn rastî tundî, tacîz, bikaranîna madeyên hişbir û gelek metirsiyên din tên, diyar dikin ku nizanin biçin ku derê.

‘Mizgeft park û kolan bûne qadên jiyanê’

Li bajarê Dana yê Bakurê Idlibê em rastî zarokê 11 salî yê bi navê Ehmed Xezul ku li ser derenceyan radiza hatin, da zanîn ku di sala 2020’an de dema ku bavê wî di encama êrîşa hewayî de winda kir li kolanan dijî û diyar kir ku cihê bavê wî hatiye bombebarankirin û got: “Piştî ku bavê min wefat kir dayika min zewicî û li Tirkiyeyê bi cih bû, pîrika min ez xwedî dikirim lê belê ew jî mir. Niha tu cihekî ku biçim tune ye. Şeş meh in mizgeft, park û kolan bûne cihê min ê jiyanê. Di nava bajarok û gundan de diçim û têm.”

‘Zarokên ku malbatên xwe winda kirine li kolanan dimînin’

Ehmed Xezûl destnîşan kir ku li Sûriyeyê ji ber erdheja 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû ji ber şer bi dehan zarokan malbatên xwe winda kirin li kolanan dijîn û wiha got: “Zarokên ku bê malbat mane diçin mizgeft, restoran, kafe û firinan parsê dikin. Ji ber erdhejê gelek zarokan malbatên xwe winda kirine û bêxwedî mane.”

 ‘Ez nizanim biçim ku derê’

Selîm Al Tanirî yê 10 salî di êrîşa hewayî de bavê xwe û di erdhejê de jî dayik û xwişk û birayê xwe winda kir, li kolanan dijî diyar kir ku tu alîkariyê nagire û wiha got: “Rewşa min ji ya zarokên din ne baştir e. Min bavê xwe di encama êrîşa hewayî de winda kir. Min malbata xwe jî di erdhejê de winda kir. Piştî windakirina dayik, xwişk û birayên xwe kesek min nema. Tenê xaleta min heye ew jî li Tirkiyeyê ye. Em pirsgirêkên paqijî û tendirustiyê dijîm. Ez jî nizanim dixwazim biçim ku derê.”

‘Divê ji bo zarokan qadek guncaw were avakirin’

Çalakvan Asinat Mihemed bi bîr xist ku ji bo bihêzkirina jin û zarokan xebatê didin meşadin. Da zanîn ku ger wisa bidome pêşeroja zarokan di metirsiyê de ye û diyar kir ku pirsgirêkên civakî û aborî li ser jiyana zarokan bandora neyênî dike û wiha got:

“Zarokên ku bêmal mane parsekiye dikin. Zêdebûna zarokên ku li kolanan dijîn, pirsgirêkeke civakî ye. Di taxên xizan de rêjeya sûcên bikaranîna madeyên hişbir, dizî zêde bûye. Berdewamiya polîtîkayên şer dibe sedema parçebûna malbatan, bi erdhejê re hejmara zarokên li kolanan zêde bûye. Divê qadeke guncaw û bi ewle ji zarokan re were avakirin.”