Zarokên ku ji Amazonan anîn Tirkiyeyê vegerandin Brezîlyayê

Şeş zarokên ku terîqeta Suleymaniyan a nêzî AKP’ê ji Amazonan anîbûn û di wargehên terîqetan de bi cih kiribûn, piştî ku bû rojev û lêkolînan dest pê kir, vegerandin Brezîlyayê.

Navenda Nûçeyan- Li Brezîlyayê Abdulhakim Tokdemîr ku li ser navê terîqeta Suleymaniyan dixebite û tîma wê, 6 zarokên ku ji gundên Amazonan anîne wergehên terîqetêy ên li Kutahya û Tarsûsê di perwerdeya dînî re derbas dikirin, li ser helwestan vegerandin welatên wan.

Di nûçeya ku di Arti Gerçek de cih girt, Intrepolê der barê mijarê de lêkolîna ‘Bazirganiya mirovan a navneteweyî’ hat destpêkirin. Terîqeta Suleymanî kombûn û biryara vegerandina zarokan a welatên wan girtin. Dan zanîn ku zarokan birine bajarê Sao Paula yê Brezîlyayê.

Piştî mijar ket çapemeniyê Interpolê dest bi lêkolînê kir

Abdulhekîm Tokdenîz ku li ser navê terîqata Suleymaniyan dixebite û tîma wê, derket holê ku li Brezîlyayê dixebite zarokên malbatên xizan ên li gundên Amazonan dijîn, belgeyan bi wan didin îmzekirin dibin bajarê Manausa yê ku 953 kilometre dûr e. Li vê derê 6 zarokên ku sê sal in perwerdeya dînî dibînin, di meha Sibatê ya sala 2022’an de anîn Tirkiyeyê û li wargehên terîqatê yên li Kutahya û Tarsûsê bi cih kirin. Piştî ku ev mijar ket rojevê û di çapemeniyê de cih girt, ji derveyî polîsan li Intrepolê lêkolînek berfireh hat destpêkirin. Tê pêşbînîkirin ku heyetek ji parlamentoya Brezîlyayê di rojên pêş de serdana Tirkiyeyê bike.