Zarokên Hesekê û Qamişlo di festîfalê de hunerê xwe pêşkêş kirin

Zarokên Hesekê û Qamişlo di festîfalê de li hev kombûn û hunerê xwe pêşkêş kirin. Zarokên tevlî festîfalê bûn daxwazkirin ku ji niha û şon de ew dixwazin jiyanek bê şer û koçberî bijîn.

Zarokên Hesekê û Qamişlo di festîfalê de li hev kombûn û hunerê xwe pêşkêş kirin. Zarokên tevlî festîfalê bûn daxwazkirin ku ji niha û şon de  ew dixwazin jiyanek bê şer û koçberî bijîn.
Qamişlo/Hesekê – Bi pêşengtiya Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Mezopotomya ya Çand û Hunera Demokratîk  li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya navçeya Rimêlan a girêdayî Kantona Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşmeya “Aştî bi xemla zarokan bedew dibe” 6’emîn mîhrîcana hunerê ya zarokan hat li dar xistin. Li gor komîteya çavdêr a mîhrîcanê, ev mîhrîcan wek diyarî ji bo zarokên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelên azadîxwaz tê li dar xistin. Ev mîhrîcan Têkildarî mîhrîcanê, Hevseroka Tevgera Tev- Çand a Kantona Qamişlo Sûmeya Mihemed nirxandin kir.
"Me çar mehan amadekariy mîhrîcanê kir"
Sûmeya Mihemed diyar kir ku hemû komên zarokan ji tevahî pêkhateyan beşdarî mîhrîcanê bûne û wiha domand: "Mîhrîcana me ji ber rewşa şer û şewba korona ev du salin nayê li dar xistin. Îsal me xwest cardin çanda xwe dewam bikin û mîhrîcana xwe li dar bixînin. Nêzî çar mehin em amadekariya mîhrîcanê dikin û ez jî yek ji wanim ku komîteya amadekar de cihê xwe digirim. Nêzî 50 koman cihê xwe di vê mîhrîcanê de digirin û ev komana  ji tevahî pêkhateyan pêk tên. Her wiha wê mîhrîcan li Kantona Hesekê jî 2 rojan dom bike. Li vir jî wê 3 rojan dom bike. Di mîhrîcanê de çalakiyên mîna şano, mûzîk û govend ji aliyê zarokan ve tên pêşkêş kirin. 
Sûmeya destnîşan kir ku armanca wan ji vê mîhrîcanê ewe ku kêfxweşiyek bikin dilê zarokan û wiha got: "Armanca me ji vê mîhrîcanê ewe ku em kêfxweşiyek bikin dilê zarokan û wan ji derûniya şer dûr bixînin. Her wiha armanca me ji wan yek jî wan hînî çand û hunera wan bikin. Zarok pêşeroja me ne, ji lewra wan hîn kirin jî erka me tevan e. Çalakiyên ku zarokan pêşkêş dikin hemû li ser aşitî, wekhevî û hezkirina di navbera mirovan de ye. Me mîhrîcana xwe di roja aşitî ya cîhanî de li dar xist, sedema wê jî ewe ku zarokên me bi aşitî jiyanê mêze bikin. Em cardin roja aşitî ya cîhanî li tevahî zarokan pîroz dikin û bi taybet zarokên ku di nava şer de malên wan talan bûne û di kampan de dijîn. Banga me ji hemû dewletên navneteweyî heye ku xwedî li pêşerojan derkevin û vî şerî bidin rawestandin. Ji ber em naxwazin şer di nava me de bimîne. Em dixwazin bi reng û dengê zarokên paqij dest bi aşitiyê bikin."
"Hêviya min ewe ku hemû rojên me bi aramî be"
Zaroka bi navê Robisîn Hesen ku cihê xwe di koma şano ya Stêra Zêrîn de digire û beşdarî mîhrîcanê bûye kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Ez şanogerim û di koma şano ya stêra zêrîn de cihê xwe digirim. Ez mîhrîcana zarokan li tevahî zarokan pîroz dikim. Her wiha roja aşitî ya cîhanî jî pîroz dikim. Hêviya min ewe ku rojên me di nava aşitiyê de derbas bibe. Êdî bila zarok neyên kuştin, ji ber ku zarok pêşeroja civakê ne."
Zarokên Kantona Hesekê hunerê xwe pêşandan
Bi boneya Roja aşîtiya cîhanî, Tevgera Hilala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezîbotamiya 6 emîn festîvala Zarokan li hola Silko ya bajarê Hesekê li dar xist. Endam û Rêvberên Kongreya Star, Meclisa Ermen û zarokên Kampa Serêkaniyê, Waşokanî, Til Temir û Dirbêsiyê di festîvalê amade bûn. Di hundirê Festîvalê de pêşengehek çandî hatibû pêşkêş kirin. 
Endama Rêvberiya Hilala Zêrîn a Kantona Hesekê Evîn Efrîn 6 emîn festîvala zarokan li tevahî zarokan pîroz kir û got: “Di riya zarokan re emê hunera xwe li pêş bixin . Xwedîderketina li çandê erka her zarokekî ye, pêwiste em piştgiriya zarokên xwe bikin da ku em bikaribin nifşek bi exlaq û çand bidin avakirin.”
Rêvberiya Komîteya Çand û huner a Kantona Hesekê Efaf Hesekê jî 6 emîn festîvala zarokan pîroz kir û wiha axivî:” Di roja me ya îro de êrîşên ku li ser kantona Hesekê pêk tên çanda me hedef dikin, dixwazin civaka me dûrî çandê bixin. Bi hemû rêbazan êrîş dikin, lê dema em dibînin zarok rixmî êşa koçberiyê xwedî li çanda xwe derdikevin û tevlî festîvalê dibin bersiv didin dijmin ku ew bi çandê hene, çi dibe bila bibe lê emê çanda xwe ji pişaftinê biparêzin.Ev deskeftiyên ku hatine bi dest xistin, ku îro her pêkhateyek dikare tevlî festîvalê bibe û çanda xwe pêşkêş bike ne bi hesanî hatiye bi ked û fedekariya bi hezran şehîd û birîndaran hatiye. Ji bo wê pêwiste em nirxê şoreşê biparêzin û çanda xwe biparêzin. Efaf bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku rê li ber dagirkeriya Tirk bigre da ku zarok bi aramî jiyana xwe li bajar û taxan dûrî azarên koçberiyê bijîn. Paşê sinvzyon li ser pêşkêşkirina dîlan û staranan hate nîşandan, her wiha koma zarokan a Girstêr, Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê stranan gotin.
Bernameya festîvalê a roja yekem bi pêşkêşkirina şanoya li ser parastina zarokan ji vîrûsa covîd 19 bi dawî bû.