Zarokên Efrînê yên koçber ji bo roja zarokan çalakî kirin

Desteya Kar û Barên Civakî û Hîlala Zêrîn ên herêma Efrînê ji bo roja cîhanî ya zarokan li navenda çand û hûnerê ya Ehdas daxuyanî dan.

 
Şehba - Desteya Kar û Barên Civakî û Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê ji bo roja cîhanî ya zarokan li navenda çand û hûnerê ya navçeya Ehdas a girêdayî Kantona Şehbayê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Di daxuyanî bi sê zimanên Ingilîzî, Erebî û Kurdî hat xwendin de wêneyên zarokên komkojiya Til Rifetê hatin hildan. Daxuyanî ji aliya zaroka bi navê Lava Sîdo ve hat xwendin. 
Daxuyanî wiha ye: "Em bi wesîleya vê rojê hemû zarokên cîhanê pîroz dikin. Metirsiya herî zêde li ser zarokan bandora şer û encamên wê yên nerênî ne. Taybetî li herêma Bakûr û Rojhilata Sûriyeyê yên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayê ve hatine dagikerin ên weke Efrîn û beşek ji Kantona Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî li wan deveran kuştinên zarokan çêdibin. Weke komkojiya Til Rifet ku di encamê de zarokan jiyana xwe ji dest dan, di heman demê de êrîşên li ser nexweşxane û dibistanan bûn sedem ku bi sedema zarok ji xwendin û dibistanê bê par bimîne. Em dixwazin dengê xwe bigihînin parêzvanên mafê mirovan û rêxistinên navnetewî bila ji rewşa me zarokan hayîdarbin."