Zarokên di şewata Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn

Li Sînemaya Amûdê ya ku niha bûye baxçeyek bîranînê, Desteya Çand û Huner û Komîteya Zarokan a Şilêr ji bo bîranîna 263 zarokên ku di şewata Sînemaya Amûdê ya di sala 1961’ê jiyana xwe ji dest dan, çalakî li dar xistin.

Li Sînemaya Amûdê ya ku niha bûye baxçeyek bîranînê, Desteya Çand û Huner û Komîteya Zarokan a Şilêr ji bo bîranîna 263 zarokên ku di şewata Sînemaya Amûdê ya di sala 1960’ê jiyana xwe ji dest dan, çalakî li dar xistin.
Qamişlo- Di 13’ê Cotmeha 1960’î de bûyer li Amûdê çêbû. Ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayîrê fîlmekî bi navê (cerîmeya nîvê şevê) ji aliyê dewleta Misrê ve hatibû çêkirin û ji bo zarokên Amûdê hatibû pêşandan. Di şeva 13’ê Cotmeha sala 1960’î Sînemaya ku cihê 200 zarokan lê hebû, 500 zarok tê de hatin bicihkirin. Wexta ku 500 zarok di sînemayê de bûn, agir dest pê kir û wekî tê gotin û li gorî şahidan, nêzî 180-283 zarok di nav pêtên agir de mirin. Li gorî gelek kesan dewleta Sûriyeyê ev bûyer pêk aniye û hin jî dibêjin ku agir bi xwe ji ber elektrîkê derketiye lê tu kes nizane ku wê rojê çi çêbû. Îro li Navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Sînemaya Amûdê ya ku di dema niha de bûye wekî baxçeyekî û her sal bîranîna wê bûyerê tê kirin, Desteya Çand û Hunerê û Komîteya Zarokan a bi navê Şilêr, roja şewata Sînemaya Amûdê ya di sala 1960’ê de qewimî bi çalakiyek bi bîr anî. Piştî ku zarok derbasî Sînemayê bûn û bi danîna gulan li ser nîşana Sînemayê û deqeyek rêz girtin ji bo cangoriyên azadiyê, daxuyanî ji aliyê Komîteya Zarokan a Şilêr ve hat xwendin. 
Daxuyaniya ku ji aliyê Sîlva Şêxmûs ve li ser navê Komîteya Zarokan hat xwendin bi vî rengî bû: “Ev roj di dil û mêjiyê civaka Kurd de wekî roja qirkirina zarokan e. Ev bûyera ku tu carî nehat jibîrkirin û nayê jibîrkirin di sala 1960’ê de qewimî. Pêwîst e em xwedî li zarokên xwe derkevin ji bo pêşerojeke azad ava bikin, em xwe b, rêxistin bikin. Li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heman rêbazan pêk tînin, şerm e ji mirovahiyê re ku di sedsala 21’ê de zarok di van şert û mercên dijwar de dijîn tevî rêxistinên parastina  mafên zarokan û qanûnên navneteweyî yên ku soza parastinan mafên wan li hemû cîhanê dane. Ji ber vê yekê di vê roja bi êş de, em bang li civaka navdewletî û hemû hêzên civakî û siyasî dikin ku bi erkên xwe rabin û mafên zarokên me biparêzin û rê nedin ku ev rejîmên diktator karesetên wiha dubare bikin.”
“Zarokên ji gelek pêkhateyan di Sînemayê de şewitîn” 
Her wiha der barê vê bîranînê de ji Rêveberiya Komîteya Zarokan a Qada Jin Cûliya Xelo axivî û got: “Em îro bi bîr tînin ev êşa ku gelê Kurd derbas kir. Di wê bûyera bi êş de zarokên gelek pêkhateyan şewitîn, ev bûyerek bi êş e ji me re wekî Kurd û bi taybetî ku nivşek ji xwendevanan qetil kir. Pêşeroja wan hat windakirin. Em wekî Komîteya Zarokan û Çand û Huner bi vê çalakiyê rabûne da ku em vê rojê bi bîr bînin. Çalakiya ku hatiye lidarxistin jî da nav xwe de çalakiyên cur be cur dihewîne wekî belavkirina gulan li ser gorên şehîdan ji aliyê zarokan ve her wiha axaftina li ser navê sazî û Rêveberiya Xweser û stran û şano jî dê werin pêşkêşkirin. Di heman demê de jî dê daxuyanî li ser navê Komîteya Zarokan were xwendin. Her sal em vê rojê bi bîr tînin û em ê her sal li dar bixin heta ku rastiya vê bûyerê were ronîkirin.”
“Her sal em bi xemgîniyeke nû vê bûyerê bi bîr tînin”
Jina bi navê Mihrîcan Silêman ji bajarê Amûdê ye û birayê wê di bûyera Şewata Amûdê de jiyana xwe ji dest da, der barê bîranîna şewatê de wiha helwesta xwe nîşan da: “Îro rojeke gelek xemgîn e di dîroka gelê Kurd de, wekî vê rojê di sala 1960’an de ji bo şoreşa Cezayîrê, zarokên dibistanan li vir kom kirin û di encam de jî şewat bi Sînemê xistin û nêzî 300 zarokan jiyana xwe ji dest dan û yek ji wan qurbaniyên şewatê, birayê min ê bi navê Ehmed Sulêman ê refa 3’yan bû. Em qala wê dîrokê dikin, îro dîrok xwe dubara dike, ji ber ku rojane gelê Kurd tê şewitandin û her sal bi xemgîniyeke nû em vê bûyerê bi bîr tînin. Her sal ev roj xwe dubare dike. Bila baş bizanibin ku gelê Kurd ne bi şewitandin û ne jî bi qetilkirinê xilas dibe û her ku yek diçe bi hezaran cihê wan digrin.
“Heta roja îro ev bûyer nehatiye zelalkirin divê sûckar werin cezakirin”
Mihrîcan got ku heta roja îro sûcdar nehatine cezakirin û teqez kir ku çiqas bûyerên wiha li ser gelê Kurd pêk werin jî dê bi hêztir bibin û wiha bi dawî kir: “Heta roja îro ev bûyer nehatiye zelalkirin, ji bo wê em bang li dewletên navneteweyî dikin ku divê sûcdar werin cezakirin. Gelê kurd çiqas tê qetilkirin, tu kes nayê cezakirin. Dibêjin ku em mafên mirovan diparêzin lê em dibînin ku bêdengiyek heye. Her şaxek ji me tê şikestin, em yeka din li şûna wê diçînin. Daxwaza me jî ew eku gelê me bi van bûyeran neşikê û xurt bibe û hesab bixwaze ji dijminê xwe û xwedî li şehîdên xwe derkeve, axa xwe ya pîroz ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan biparêze.”