Zarokên Şengalê 4’ê Nisanê pîroz kirin

Li Şengalê ji aliyê saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratik a Êzdîxanê duh bi boneya pîroz kirina Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo zarokan şahiyek hate lidarxistin.

Şengal – Şahiya zarokan a ku ji aliyê saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratik a Êzdîxanê li du deveran hate  amadekirin, yek li gel dibistana gundê Xerbatê Qewala ya nu a li Geliyê Kersê ya din jî li Navenda Şengalê hate lidarxistin.

Di Şahiya geliyê Kersê de bi beşdarbûna bi dehan zarokan, bi stranên Koma Çiyayê Şengalê û dengê zarokan her wiha bi pêşbirkên cur be cur yên zarokan hate çêkirin.

Di dawiya şahiyê de mamosteyan diyarî li zarokên ku di pêşbirka Kursî, Hêkanê, Ta û Teliste serketine  belav kirin.

Zaroka bi navê Semîra Hesen û Selwa Şemo kêfxweşiya xwe ji bo Şahiyê anîn ziman, rojbuna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Mamoste, hevalên xwe pîroz kirin û şahiya xwe bi van gotinan anîn ziman: “Îro rojek pir xweş bû ji ber me stran gotin, dîlan girt û me di pêşbirkan de cihê xwe girt û em serketin.”

Di dawî de Semîra û Selwa sipasiya Mamostayên xwe kirin û gotin em dixwazin hersal şahiyên wiha were lidarxistin.