Zarokên Êzidî stranên xwe diyarî Abdullah Ocalan kirin

Zarokên Êzidî piştî perwerdeya stranan a ku li Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşan dîtin, klîbek çêkirin û diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kirin.

Şengal- Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşan piştî ku komek zarok perwerde kir klîbek ku ji 4 stranan pêk tê amade kir. Zarokên ku stranan dibêjin temenê wan ji 4 salî heta 10 salî ye.

Klîb li Bexçeyê Serok Apo yê li Geliyê Kersê ya Şengalê hatiye kişandin. Stranên ku hatin gotin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocallan û li ser çanda Êzidayetiyê ne. Klîbên ku hatin çêkirin diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocallan hatin kirin. Zarokan piştî ku klîba xwe kişandin xwestin serdana Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan a li Şengalê bikin. Piştî serdana şehîdgehê zarok bi dirûşm û kêfxweşiyê li navenda xwe vegeriyan.

Ekîba ajansa me ket nav koma zarokan û nêrîna wan û mamostên wan pirsîn. Zarokan hestên xwe bi hevokên zêrîn û xeyalên xweş anîn ziman. Hêviya hemûyan ew e ku çanda xwe biparêzin û fêrî saz û stranan bibin.

‘Em stranan diyarî Rêber Apo dikin’

Mamoste Cîlan Elî Axivî û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li çanda xwe û wiha got: “Ev ji 3 mehan zêdetir e, em zarokan fêrî stranan û defê dikin. Em îro hatine Baxçeyê Rêber Apo, em stranan diyarî Rêber Apo û gerîlayên serê çiya dikin. Em hêvî dikin ku zarokên Şengalê xwedî li çanda xwe û cil û bergên xwe derkevin.”

‘Dixwazim hemû zarok stranan bibêjin’

Seher Birahîm ku ew jî cihê xwe di nava klîbê de digre hestên xwe bi van hevokan anî ziman: “Em îro hatine Bexçeyê Rêber Apo û klîbek dikşînin. Ji bo wê jî em gelek kêfxweş in, em stranan dibêjin û çanda xwe diparêzin didin jiyîn. Em hatine navenda çandê ji bo ku çanda xwe fêr bibin û ji bîr nekin. Ev bû mehek em stranan jiber dikin. Em roja yekşem û duşemê perwerdeya tepilk, def û tembûrê dibînin. Daxwaza min ew e ku hemû zarok stranan bibêjin, di heman demê de bên û Bexçeyê Serok Apo bibînin.”

Dunya Ilyas jî kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Em hemû zarok bi hev re diçin navenda çandê û fêrî stran, def û tembûrê dibin. Îro jî em hemû hatine vê derê stranan dibêjin û em ê piştre biçin şehîdgehê. Hêviya min jî ew e ku hemû zarokên Êzidî werin û fêrî lêdana saz û gotina stranan bibin.”

Ravîn Ehmed jî xeyala xwe anî ziman û wiha got: “Îro em klîbek dikşînin, em kêfxweş in. Xeyala min ew e ku ez Rêber Apo azad bibînim.”