Zarokeke 15 salî di çemê Zirganê de xeniqî

Duh, zarokeke keç a 15 salî bi navê Nêrmîn Xelîl li gundê Eradê ê girêdayî navçeya Dirbêsiyê di çemê Zirganê de xeniqî.

Hesekê – Ji ber barana zêde, çemê Zirganê yê jêdera wê ji Bakurê Kurdistanê ye, ku ji aliyê dewleta Tirk ve ava wê hatibû qutkirin û miçiqî bû, careke din herikî. Rêjeya avê ji ber baranê, zêde bû.

Li gorî çavkaniyên ajansa me duh, di saetên piştî nîvroyê de zaroka 15 salî Nêrmîn Xelîl, di çemê Zirganê yê ku di gundê Eradê ê Dirbêsiyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas dibe, xeniqî.

Li gorî agahiyan hat zanîn ku Nêrmîn dema dixwest darekî ji çem derbixe şemitî ye, bavê wê çiqas alîkarî da wê lê belê nikarîbû wê xilas bike.

Li gor zaniyariyên dawî lêgerîna li termê Nêrmîn heta kêliya nivîsandina vê nûçeyê, didome.

Hat zanîn ku Nêrmîn Xelîl ji navçeya Şedadê a Kantona Cizîrê ye, lê belê li gundê Eradê wekî cotkar ligel malbata xwe dijiya.