Zarokê rûbiken yê berxwedana Wanê hate girtin

Zarokê bi navê Muhammed Orhan yê 18 salî ku di dema berxwedana li Wanê de hate binçavkirin û bi wêneyê xwe yê rûbiken bû rojev, hate girtin.

Navenda Nûçeyan – Zarokê bi navê Muhammed Orhan (18) ku di dema berxwedana li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP’ê ya li Wanê de hate binçavkirin û bi wêneyê xwe yê rûbiken bû sembola berxwedanê, hate girtin. Orhan, di saetên serê sibê de piştî îfadeya li miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin. Dozgeriyê Muhammed Orhan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kir. 

Dadgehê bi heman hincetê derbarê Muhammed Orhan de biryara girtinê da.