Zarokê ku li Tehranê li dibistanê jehrê keti bû jiyana xwe ji dest da

Li Tehrana Îranê xwendekarê dibistana seretayî Karîn Alamdarî li dibistanê bi jehrê ket û jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Ji bo tepeserkirina serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li Îranê dest pê kir, rayedarên hikûmetê ji bo mafê jiyanê gelek rêbaz danîn.

Di hefteyên dawî de jehrkirina xwendekaran li dibistanên Îran û Rojhilat hîn jî di rojevê de ye. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin; Li Tehranê xwendekarê dibistana seretayî ya bi navê Karîn Alamdarî li dibistanê ji ber gaza nenas jehrî ket û jiyana xwe ji dest da. Li gel Karîn Alamdarî 3 zarokên din jî ji ber jehrîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber jehriyên ku bi hefteyan tên jiyîn gelek zarok li nexweşxaneyan tên dermankirin.