Zarokê ku kiryarê tundiyê kuşt, hat girtin

Li navçeya Gêl, sercerdevan Selahattîn Umay ku hewl da jina pê re zewicî qetil bike, lê belê zarokê wan dayika xwe parast û kiryar kuşt. Zarokê ku hatibû binçavkirin, hat girtin.

Navenda Nûçeyan - Keya û sercerdevanê gundikê navçeya Gêlê ya Amedê Selahattîn Umay, hewl da di 8’ê Hezîranê de jina ku pê re zewicîbû E.U. qetil bike. Jin di êrîşê de bi giranî birîndar bû.

Zarokê 14 salî ji bo dayika xwe biparêze bi çekê gule berda bavê xwe Selahattin Umay û ew birîndar kir. Kiryarê ku bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê mir. Dermankirina jina ku birîndar bûbû jî hê didome.

Zarok ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de sewqî dozgeriyê hat kirin. Zarok hat girtin û şandin girtîgehê.