Zarokê ku hat gotin dawî li jiyana xwe anî, rastî tundî û destdirêjiyê hatiye

Piştî dosyaya zarokê 12 salî ku li Mûşê di Qursa Quranê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da hat girtin, derket holê ku zarok ji aliyê mamosteyê Qursa Quranê ve rastî îşkenceyê hatiye û ji aliyê hemsalên xwe ve jî rastî êrîşa zayendî hatiye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Muş- Li Mûş di 3’ê Tîrmeha 2021’an de di qursa Quranê ya Komeleya Îrfan a Muşê ya Înşaat û Temamê de zarokekî 12 salî bi awayekî gumana jiyana xwe ji dest da. Zarokê ku bê bêhn mabû, rakirin Nexweşxaneya Medîkal Parka Xarpêtê û li wir jiyana xwe ji dest da.

Piştî bertekên tund ên li ser bûyera ku wê demê ket di rojeva raya giştî de, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn bi neşopandinê encam bû, derket holê ku zarok gelek caran ji aliyê zarokên din ên li qursê rastî “êrîşa zayendî ya bi zanebûn” hatiye û dîsa ji aliyê perwedekar E.E. ve jî gelek caran rastî tundiyê hatiye. Di dosyaya ku bi neşopandinê encam bû de, tu rêveberên komeleyê derneketin pêşberê darazê.

Di rapora otopsiyê de sedema rast ê mirina zarok nehat diyarkirin!

Bûyer di 3’ê Tîrmeha 2021’an de li navenda Mûşê di qursa Quranek de qewimî. Zarokê ku hat hînbûn ku ji Amedê ye, di Qursa Quranê ya ku beriya bûyerê ji aliyê malbatê ve hatibû anîn de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Di otopsiya ku li ser cenazeyê zarok hat kirin de sedema rast ê mirina wî rast nehat diyar kirin, li ser bedena zarok şopên êrîşa zayendî hatin dîtin. Piştî rapora otopsiyê Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ya ku ji raya giştî bi dizî lêpirsîn da meşandin, serî li îfadeyên zarokên li Qursa Quranê da. Dema qeydên kamerayê dihatin lêkolînkirin, hat hînbûn ku zarokê jiyana xwe ji dest daye di kursê de ji aliyê zarokekî din ve rastî êrîşa zayendî ya pergalî hatiye. Zarokê ku ber bi sûcê hat xiriqandin bûyerê piştrast kir. Zarokê ku der barê wî de lêpirsîn hat vekirin û hat darizandin 7 sal cezayê girtîgehê girt.

Ji mamosteyê bersûcê tundiyê re cezayê wek xelat!

Ji bilî êrîşa zayendî, di dîmenên kamerayê yên ku di çarçoveya lêpirsînê de ji Qursa Quranê hat girtin de, derket holê ku  zarokê jiyana xwe ji dest daye gelek caran ji aliyê perwerdekarê qursê E.E. ve rastî tundiyê hatiye. Di dîmenên kamerayê de hat hînbûn ku di meha Tîrmehê de beriya ku bûyer were jiyîn, di 26, 27 û 30'ê Hezîranê de E.E gelek caran li dijî tundî bikaraniyê Û di 27'ê Hezîranê de bi boroya geziqa ceykanê tundî bikaranî ye. Der barê E.E.yê ku piştî dîmenên derketin holê îfadeya wî hat girtin de, bi sûcê "Li dijî kesê ku nikare xwe ji aliyê fîzîkî û derûnî ve biparêze, bi hêsan û bi çekê bîrindar kirin” lêpirsîn hat vekirin. Dema lêpirsîn veguherî dozê, di encama danişînên hatin dîtin de, ji bersûc E.E re bi îdiaya "birîndarkirina hêsan” 3 hezar û 740 TL cezayê pere dayîn. hikmê cezayê hat jî hat vehiştin.

Dosyaya mirina bi awayekî guman bi neşopandinê encam bû!

Dema ev tişt hatin jiyîn, hemû didomin, ne malbat û ne jî parêzer nekarîn demek dirêj bigihin lêpirsîna der barê mirinê de hat vekirin.Der barê mijarê de me nekarî xwe bigihînin parêzerên dosyayê jî. Hate hînbûn ku lêpirsîna di Cotmeha sala borî de hat vekirin bi neşopandin encam bûye û di nava agahiyên hatine bidestxistin de hat hinbûn ku di çarçoveya lêpirsînê de ji rêveberên komeleyê kes derketiye pêşberê darazê û îfade jî nehatine girtin. Nayê zanîn ku li dijî biryara neşopandinê parêzer îtîraz kirine yan na.