Zarokê ku di êrîşa dewleta Tirk de bi giranî birindar bû piştî 5 salan jiyana xwe ji dest da

Zarokê ku berî 5 salan li herêma Qamişlo ya sînor de ji xwe re dilîst û raste rast dewleta Tirk ew kir hedef bi gîranî birindar bû jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Dewleta tirk di 20'ê Îlona 2018’an de li gundê Xerab Kortê yê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê, komekê zarokên ji xwe re lîstok dilîstin gulebaran kir. Di encama gulebaranê de zarokê bi navê Ebdullah Berzan’ê 12 salî ji zikê xwe bi giranî birîndar bûbû. Birîna wî bandor li hestiyê wî yê piştê û hinavên wî kiribû.

Ebdullah Barzan’ê bi giranî birindar bûyî yekser birin Nexweşxaneya Fereman a Qamişloyê lê ji ber ku rewşa wî giran bû, sewqî nexweşxaneyek a Başûrê Kurdistanê kirin. Ji ber ku malbatê nedikariya lêçûnên nexweşxaneyê pêşwazî bike, 17 roj piştre dîsa anîn Qamişloyê. Ebdullah, çend caran li vir emeliyat bû û di bin çavdêriya dayika xwe de tedawiya fîzîkê didît. Birîna Ebdullah bandoreke giran li ser hinavên wî, mîde, pişt û gurçikên wî kir. Ebdullah ku zirareke mezin gihiştibûyê, îcar jî îltîhabê hinavên wî girt.

Beriya heftiyekê Ebdullah’ê birin Şamê, bijîjkên ku ew kontrol kirin ji malbatê re gotin ku tiştek ku bikin nemaye.

Ebdullah Berzan cardin anîn Qamişlo di roja 24’ê Hezîranê têkoşîna xwe a jiyanê di 17 saliya xwe de winda kir û cenazeyê wî li Qamişloyê hate definkirin.