Zarokan li hemberî êrîşa ser cihê lîstokên wan hatî kirin daxuyanî dan

Zarokên Mexmûrê li dijî êrîşa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ku li parqa wan dabû bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Mexmûr - Dewleta Tirk 5’ê Hezîranê carek din êrişî wargeha penaberan a Mexmûrê kir. Bi balafira SÎHA ya bê mirov li ber derê parka Şehîd Aryen ku derdora wê dibistan û mal hene da. Ger êrîş saetek direngtir pêkhatiba, wê gelek zarokên li wê dilîstin jiyana xwe ji dest daba. Ji ber ku danê êvarî welatî û taybetî jî zarok berê xwe didin parqê û sahaya li wir jî ji bo werzîşê bikartînin. Ev êrîş bi taybet jî bi zarokan re, tirsek mezin çêkir. Meclisa Zarokên Mexmûrê  ji bo bers bidin gotinên serokomarê Tirkiye ku dibêje ferqa Qendîl û Mexmûrê nine, li ber derê Weqfa Jinê daxuyanî dan. Li ser navê Meclîsa Zarokên Mexmûrê Xurbet Giyan Arzû daxuyanî xwendin.

Xurbetê got: “Em zarokên wargeha Şehît Rûstem Cûdî Mexmûrê ji ber zordariya dewleta Tirk, neçar man ku ji ax, cih û warê xwe koç bibin û derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Bi hatina meya wargehê re jî her tim dewleta Tirk êrîş dike. Rojane firokeyên wan yên bê mirov bê navber li ser wargehê digere. Bi balafirên xwe yên şer li ser wargehê digere. Ev rewş jî dihêle ku rewşa derûnî ya zarokan xirab bibe. Êrîşa herî dawî ya li ser wargehê hatî kirin, di aliyê bihistin û derûnîyê de bandorekî mezin li ser me zarokan kir. Em jî wek zarokên wargeha Mexmûrê dixwazin di welatek bê şer de bijîn. Gelo ma mafê me zarokan nîne ku em di welatek bê şer de mezin bibin? Lê em dibînin her roj zarok tên kuştin, girtin û tecawizkirin, ew hemû jî bi destê dewleta Tirk tê kirin. Ji bo zarokên hemû cîhanê mafê zarokan heye. Çima em zarokên Kurd bê mafin?”

“Heya kengê emê cih û warê xwe bihêlin”

Xurbetê bal kişand li ser gotinên Erdoxan yên ji bo zarokên Filistînê û bi xwe zarokên Kurdan qetil dike û wiha dom kir: “Ey Erdoxan, çima her roj tu ji bo zarokên Fîlîstînê bang dikî da ku neyên kûştin, lê tu dengê qêrîna zarokên ku bi destê xwe yê qirêj dikûjî nabînî? Tû ferqa qatilan ji hev nîne. Tu jî her roj zarokên Kurdan dikûjî û bi çekên kîmyewî qetil dikî. Li hemberî van kiryarên te hemu cîhan çavên xwe digre. Ma kesek nîne ku vê hovîtiya te bibîne? Her roj wargeha me dibe mijara gef û êrişên zordariya dewleta Tirk. Heya kengê emê cih û warê xwe bihêlin, zarokatiya xwe bihêlin. Li ser destê we xwîna Uğur Kaymazan, Ceylan Önkolan, Berkîn Elvanan û bi sedan zarokên ku bi destê we hat qetilkirin heye. Me wan jibîr nekir. Êdî ew destê xwe yê qirêj ji zarokan, ji mafên azad lîstin û jiyankirina zarokan bikşînin.”

Ev êrîş li ser cihê lîstokên me hatiye kirin”

Xurbet bang li parêzvanên mafê mirovan kir ku dewleta Tirk êdî zarokan qetil nek û got: “Êrîşa hewayî ya  dawî li ser wargeha me çêbuyî, carekdin hovîtiya dewleta Tirk ya raxist ber çavan. Cihê ku wek zarokên wargehê em listokên xwe yên zarokatî lê dilizin û rihê xwe yê zarokatî lê dijîn ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hat bombabarankirin. Ev bombabaran ne tenê li ser parqa me û li ser cihê lîstokên me hatiye pêkanîn. Ev êrîşek li ser rihê me yê zarokatî û li ser mafên me yên lîstokan hatiye pêkanin. Wek zarokên wargehê em naxwazin ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bên qetilkirin.  Li ser navê hemu zarokên wargehê em bang li hemu kesên ku xwe weke parazvanê mafê mirovan, mafê zarokan, mafê penaberan dibînin dikin, êdî çavên xwe ji zilm, zordarî û hovîtiya ku dewleta Tirk li ser me zarokan, kal û pîran, jin û ciwanên Kurd dimeşîne negirin. Em wek zarokên Mexmûrê naxwazin şer çêbibe û welatê me were dagirkirin. Mafê me jî heye ku em weke zarok azad bijîn.”

Daxuyaniya Meclîsa zarokên Mexmûrê bi duruşmeyê “Bijî Berxwedana Zarokan” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.