Zaroka ku tecawiz lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da

Furkan Sevînç ê ku li Çaycuma Zonguldakê tecawiz li pitika hevala xwe kiribû hat girtin. Hate hînbûn ku pitik li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Hat diyarkirin ku Furkan Sevînç li navçeya Çaycuma ya Zonguldakê tecawiz li pitika 2 salî kiriye.

Bûyer di 18’ê Gulanê de li Taxa Îstasyonê ya navçeya Çaycuma qewimî. Kiryarê ku piştî tecawizî li pitika ku kiribû li ser hişê xwe çû wê biribû nexweşxaneyê, xwe wek mamê pitik da nasîn û îdia kir ku pitika kêzikê girtiye. Furkan Sevînç dema piştî muayenekirinê hat fêhmkirin ku pitik rastî tecawizê hatiye, hat girtin. Furkan Sevînç ê ku hat binçavkirin, di îfadeya xwe de tiştên ku kiriye qebûl kir. Furkan Sevînç ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin girtîgehê.

Zarok jiyana xwe ji dest da

Pitika ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Çaycumayê bi ambûlansê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Zonguldakê Bulent Ecevît hat kirin, dema li beşa lênêrînê ya giran dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku dayika M.Ö jî hatiye binçavkirin û jêpirsîna wê berdewam dike.