Zaroka ku li Îranê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Melîka Borcî ya 12 salî ku 3,5 meh berê li Îranê bi guleya polîsan ji serê xwe birîndar bû jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Serhildana jinan a bi pêşengiya “Jin, jiyan, azadî” li Tehranê piştî Jîna Emînî ji aliyê polîsên “exlaq”ê ve di Îlona sala borî de hat qetilkirin, berdewam e. Ji ber tundiya rejîma Îranê ya ji bo tepeserkirina serhildanan bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan.

Melîka Borcî ya 12 salî ya ku li Karazê ji aliyê polîsan ve bi çekê hat qetilkirin 3,5 meh şûnde jiyana xwe ji dest da. Di dema serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de zarok jî di nav de gelek kes bi guleyên ajanan hatin qetilkirin.