Zaroka Afgan a rastî tecawîzê hat ji aliyê malbata xwe ve hat qetilkirin
Malbata zarokek keç a Afgan a 16 salî ji aliyê du kesan ve hat tecawîz kirin qetil kir.
Navenda Nûçeyan – Du zarokên keç ên 13 – 16 salî yên malbatek Afgan a li ser Tirkiye û Îranê li bendêbû derbazî Tirkiyê bibe di pêvajoya li bendêmana ser sînor de ji aliyê du kesan ve hatin tecawî kirin.
Tecawizkar Yakûp Araci hate girtin, kesê ku nasnameya wî nediyar jî ji aliyê dadgehê ve hate berdan.
Piştre jî bav, keçên xwe sûcdar kir û zext li wan kir ku întixar bikin. Hate îdîakirin ku keça 16 salî ya ku nekarî xwe li zextên bavê xwe rabigire xwe întixar kiriye. Lê belê delîlên ku eşkere bûn nîşan dan ku jin a ciwan xwe nekuştiye, ji aliyê birayên xwe ve hatiye kuştin. Li gorî agahiyan ji bersûcan 3 bira hatine girtin, bersûcek jî reviya ye Îranê.