Zaroka 7 salî Eyşê di çemê Serbaz de xeniqî
Li herêma Belûçistanê ya Îranê ji ber tengaviya peyîdakirina avê zarok berê xwe didin deverên av lêheyî. Eyşê ya 7 salî jî di van heremê bê av de dikeve avê û dixeniqê.
Navenda Nûçeyan – Ayşe mela Zehî keça biçûk a 7 salî ji gundê Haşim ê ser bi bajarê Raskê ye di çemê serbaz de xeniqî.
Ev di rewşekî daye ku her roj ji herêma Belûçistanê ya Îranê nûçeyên bê aviyê tên dîtin. Ji bo ku welatiyên herêmê avê peyîda bikin berê xwe didin deverên dur û ji bo pêdiviyên xwe yên rojane avê bi mil tînin. Zarokên biçuk jî bi vê tengasiya avê hesiyane û ew jî ji bo peyîdakirina avê berê xwe didin deverên dur.