'Zarok jiyanekî bi tendurist a ji tundiyê dûr heq dikin’

Çalakvana mafên zarokan Parween Azad, diyar kir zarok jiyanekî bi tendurist a ji tundiyê dûr heq dikin, lê li gelek welatan mafên zarokan tên binpêkirin û da zanîn peymanên navneteweyî nayên berçav girtin.

MUJDE KIRMAŞANÎ

Navenda Nûçeyan- Fikra Roja Cîhanî ya Zarokan, piştî Konferansa Cîhanî ya Refahê Zarokan a di sala 1925’an de li Cenevreyê hat li dar xistin, avabû. Di konferansa ku bi beşdariya 54 welatan hat pêkanîn de “Daxuyaniya Cenevreyê ya li ser Parastina Zarokan” hat qebûlkirin. Roja Cîhanî ya Zarokan armanc dike bi navê xwe re di nav zarokan de hestên hevbeş biafirîne û hesretên neteweyan a ji bo di nava aşitiyê de bijîn xurt bike. Daxuyanî, bi giranî balê dikişîne ser mijarên refaha zarokên cîhanê ya wek xizanî, keda zarokan û perwerdehiyê eleqedar dike. Piştî konferansê gelek welatan ji bo bala raya giştî bikişîne ser pirsgirêkên zarokan, ji bo zarokan keyfxweşî bine û zarokan teşwîq bike rojek wek roja zarokan diyar kirine. Dîroka 1’ê Hezîranê li 21 welatan roja herî zêde ya zarokan e. Dîroka 20’ê Mijdarê jî wek Roja Mafên Zarokan tê pîrozkirin. Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, bi biryara ku di 14’ê Kanûnê sala 1954’an girt re, Roja Zarokan a Cîhanê xist lîsteya rojên navneteweyî ku ji aliyê NY’ê ve hatiye ragihandin. Di qonaxa em hatin de jî tê dîtin di nava komên herî zêde ji şer bandor dibin de zarok hene, tevî peymanên navneteweyî jî mafên zarokan tên binpêkirin.

Zarok bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû ne

Parêzvana mafên zarokan Parween Azad, balkişand li ser binpêkirinên zarok rastî tên û wiha got: “Zarok bi gelek pirsgirêkên wek tundî, xizanî, destdirêjî, bêmalî, karkerî, zewaca bin temenê qanûnî û kêmbûna nasname û belgeyên jidayikbûnê re rû bi rû dimînin. Em li hinek deverên Îranê dibin şahid, ev tişt derdikevin holê û ev dibe sedem ku zarok nikaribin biçin dibistanê. Ev ne tenê li Îranê, pirsgirêkên ku zarok li hemû cîhanê dijîn e. Yek ji sedemên sereke ku UNICEF’ê nav dayê vê rojê jî, gihandina zarokan a perwerdeya bêpere û bi kalîte ye.”

'Di serhildana Jin, Jiyan û Azadi de 52 zarok jiyana xwe ji dest dan'

Parween Azad, bi bîr xist di rêveberiya Komara Îslamî ya Îranê de tenê di serhildana “Jin, jiyan, azadî” de 52 zarok jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Gel bi daxwaza jiyaneke demokratîk û azad daketin qadan. Lê rastî êrîşên Komara Îslamî ya Îranê hatin. Di êrîşan de zarokên ku çavên xwe windakirin hebûn. Em dikarin bêjin ku Komara Îslamî ya Îranê rejîmeke dijminê zarok û dijî jinan e. Tevî Peymana Zarokan a Navneteweyî îmze kiribe jî mafên zarokan bi tevahî paşguh dike. Em bi rejîmeke ku berjewendiyên xwe difikire û bi rêbazên cuda daxwazên gel ditepisîne re rû bi rû ne. Li aliyê din zarokên ku ji bo debara malbatên bikin wek karker tên xebitandin û dest ji dibistanê berdidin, hene. Di vê rewşê de karkeriya zarokan ji nû ve tê hilberandin an jî hejmara zewaca zarokan zêde dibe. Malbat ji bo pirsgirêkên xwe yên xizanî çareser bikin, keçên xwe bi temenekî biçûk an jî di zaroktiyê de neçarî zewacê dikin.”

‘Ji şer re na, bijî aştî û aramî’

Perveen Azad bal kişand ser berjewendiyên şer û welatên kapitalist û wiha dom kir: “Niha li gor ku em bûne şahidên şerê di navbera Hamas û Îsrailê de zarok mexdur in, ji ber êrîşên Îsrailê, zarokên ku li Zîvala Xezayê pirsgirêkên derûnî jiyan dikin û tendirûstiya wan dikeve metirsiyê de. Bandorên şer tu caran ne demkîne û bi salan dom dikin û heta pêşeroja van zarokan li paş de dimînin. Li herêmên şer paqijî, hîjyen, kêmaniya ava vexwarinê hemû bandorê li jiyana zarokên ku li stargehan dimînin dike. Ev jî nîşan dide ku şer tenê rê li ber bandora hilweşînê nagre, di heman demê de jiyana zarok û pêşeroja welat dixin metirsiyê. Dewletên serdest ji şer dixwazin berjewendiyan bi dest bixin, dirûşmeya me a li ser bingehê ‘Ji şer re na, bijî aştî û aramî’  ye. 

 ‘Divê em bibin denge zarokan’

Parveen Azad diyar kir ku hemû zarokên cîhanê xwedî eynê mafî ne û destnîşan kir ku erk dikeve ser aktîvîstên mafê parastina zarokan jî û wiha gotinê xwe bi dawî kir:” Erka me ya sereke em pirskirêkên zarokan bînin ser ziman û pîvanên ku ji aliyê UNICEF hatiye dayîn binîn bîra herkesî. Divê em van tiştan hertim dubare bikin, em ji civaka navneteweyî, sazî û parêzvanên mafên zarokan bixwazin ku di vê mijarê de israr bikin û nehêlin ku ev mijar were binpêkirin. Mînak li Komara Îslamî a Îranê de zarokên karker, zewaca temen biçûk, destdirêjî û qetilkirina zarokan heye û ev li dijî Peymana Mafên Zarokan e. Divê em hertim bibîr bixin ku di serî de welatê Rojhilata Navîn li giştî cîhanê em bibin denge zarokan.”