‘Zarok bi alîkariyê dikarin travmaya erdhejê derbas bikin’

Şêwirmenda derûnî ya li Idlibê Hanan Al-Jamoul der barê bandorên erdhejê li ser jin û zarokan de ji ajansa me re nirxandin kir û diyar kir ku zarokên ji dayik û bav eleqe û piştgirî bibînin dê bikaribin asantir travmayan derbas bikin.

Idlib- Di ser erdheja ku navenda wê Mereş e re 13 roj derbas bûn. Erdhej bû sedem ku li bajarên Tirkiye, Kurdistan û Sûriyeyê gelek windahiyên bedenî û malî çêbibe. Di erdhejê de gelek zarokan dayik û bavên xwe, gelek dayik û bavan zarokên xwe winda kirin, gelek malbat jî tune bûn. Yên ku bi şans ji erdhejê rizgar bûne, li aliyekê êşa windakirina hezkiriyên xwe dikşînin, li aliyê din têkoşîna jiyanê didomînin, avahiyên ku hilweşiyana careke din tên avakirin, windahiyên malî dikarin werin bicihanîn lê belê êşa mirovên ku xizmên xwe winda kirine, wisa di demek zû de nayê jibîrkirin. Erdhej, ji derveyî windahiyên can û malan bi mirovan re travmayan çêdike.

 ‘Zaroka min dema radibe diqîre’

Baraa Al-Abs ku mexdûra erdheja li Helebê ye bi zaroka xwe ya 12 salî re ji 48 saetan zêdetir di bin kavilan de mabûn diyar kir ku bûye şahidê mirina gelek mirovan û wiha got: “Tiştê ku zarokan dîtine gelek giran bûn. Ev erdhej di zarokan de travmayek mezin da avakirin. Zaroka min tenê demek kin dikare razê û dema ku radibe diqîre dide û digirî. Wê ev trajediya bi êş wê heta dawî di bîra zarokan de bimîne. Pêwîstiya zarokan bi alîkariya derûnî heye.”

‘Em di nava tirsê de dijîn’

Abeer Al-Jaber bi heman awayî dayika du zarokan a 35 salî, piştî erdhejê di aliyê psîkolojîk de di rewşek gelek zehmet de ye û ew tirsa ku jiyane bi van gotinan anî ziman: “Em çend rojan li kolanan man, ji derve dema em man bê çare, em vegerin mala xwe ya çar qat. Ji erdhejê heta niha serê min di zivire, ji ber erdhejokan em ditirsin ku avahiya me hilweşe. Her dem em di bin tirsê de dijîn.”

‘Tiştên min dît kabûs bûn’

Walaa Al-Hasnawî ya 35 salî ji bajarê Serakib koçî gundê Basnya yê li peravên Bakûrê Idlibê kir destnîşan kir ku ew bi saetan di bin kavilan de maye û wiha got: “Di bin kavilên malê de ez tenê rizgar bûm. Tiştên ku min kişandine weke kabûsan bû.”

‘Zarok bi alîkariyê dikarin travmayê derbas bikin’

Şêwirmenda derûnî ya li Idlibê dijî Hanan Al-Jamoul a 41 salî bal kişand ser girîngiya alîkariya derûnî ya ji bo zarokan û bandora vê felaketa ku li ser kesên sax mane û destnîşan kir ku ji bo zarok vê rewşa zehmet derbas bikin pêwîstî bi alîkariya derûnî heye û wiha got: “Ev felaketa ku çêbûye, bi gelek kesan re bû sedema texrîbatên derûnî, bi taybetî zarokan di vê erdhejê de travmayên mezin jiyan. Ji bo travmayên erdhejê werin derbaskirin divê dayik û bav li hemberî zarokên xwe hişyar bin. Zarokên ku ji dayik û bav eleqe û piştgiriyê bibînin, wê bikaribin hîn asantir tevamayan derbas bikin.”