Zara Muhammedî ya waneya Kurdî dida zarokan 5 sal ceza girt
Tekane sucê Zara Muhammedî ewe ku bi zimanê dayikê zarokan hînî xwendin û nivîsandinê dike. Ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta “Ewlehiya netewiya Îranê dixe talokeyê” 5 sal ceza dan Zara yê.
Navenda Nûçeyan – Zara Muhammedî ji ber li bajarê Kurdan Sîne yê waneya Kurdî dida zarokan 23’ê yê Gulana 2019’an hat binçavkirin. Piştî ku 6 meh 10 roj girtî ma 12’ê kanûna 2019’an bi berdêla 700 milyon tumen bi kefalet hat berdan. Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê bi hinceta Ewlehiya netewiya Îranê dixe talokeyê” 5 sal ceza dan Zara yê.
Ji aliyê 4’emîn Dadgeha Lêpirsînê ya Sînê ve berî niha Zara bi 10 sal ceza dihat darezandin, niha jî cezayê wê daxistin 5 salan.
Ji bo zarok zimanê xwe hîn bibin Zara li navenda bajarê Sînê û gundewarên wê bi kursên zimanê Kurdî hewil dida zarokan hînî xwedin û nivîsandinê bike.