Zanîngeha Granada têkiliyên xwe bi Îsraîlê re rawestand

Zanîngeha Granada ya li herêma Endulus a Îspanyayê, ragihand ku hevkariyên xwe yên zanistî û teknîkî yên bi zanîngeh û saziyên Îsraîlê re rawestandiye.

Navenda Nûçeyan- Xwepêşandanên li zanîngehên DYE’yê yên li dijî êrîşên Îsraîlê li gelek zanîngehên welatên cuda jî belav bûn.

Yek ji van zanîngehan jî Zanîngeha Granada ya li herêma Endulus a li başûrê Îspanyayê cih digre ye. Rêveberiya zanîngehê, daxuyaniyek da û ragihand ku heta êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê bi dawî bibe, hemû hevkariyên xwe yên bi saziyên perwerdeyê yên Îsraîlê re rawestand.

Zanîngeha Granada, diyar kir biryara ku girtiye "biryarbûna zanîngehê a ji bo teşwîqkirina tevlîbûna civata zanîngehê ya ji bo çalakî û projeyên têkildarî pêşvebirina demokrasî, wekhevî, edaleta civakî, aştî û beşdariyê ya rêzikname û qûralên exlaqê ya zanîngehê bihêz dike.” Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi taybetî tevgera hatin û çûna xwendekar, personelên perwerde û lêkolînê, personelên teknîk, rêvebirî, îdarî û xizmetguzariyê yên zanîngehên Îsraîlê, bi taybetî hevpeymanên Erasmusê yên dualî û hevkariyên zanistî û teknîkî yên Îsraîlê yên ji aliyê YE’yê ve hatine teşwîqkirin, hatin rawestandin. Her wiha hate ragihandin ku hevpeymanên perwerde û qursên havînê yên ku bi Zanîngeha Bal-lllan û Zanîngeha Tel-Avîv ên li Îsraîlê re hatine îmzekirin, hatin betalkirin û hevpeymanên nû û projeyên hevkariya akademîk nayên çêkirin.

Wê xwendekarên Filistînî bên piştgirî kirin

Her wiha Konseya Rêveber a Zanîngeha Granada, di daxuyaniyê de biryara “xurtkirina têkiliyên bi zanîngehan Filistînê re û ji bo alîkarî û peşwazîkirina xwendekar, lêkolîner û profesor ên Filistînî yên ji bo li dijî qetlîamê derketine di bin metirsiya mirinê de ne, bi saziyên civaka sivîl ên li qadê xebat dimeşînin re hevkariyê bikin” jî pêjirand.

Çalakiyên xwendekaran didome

Xwepêşandanên li dijî Îsraîlê yên di dîroka 29’ê Nîsanê de li Zanîngeha Valenciayê ya li welat dest pê kir û piştre belavî zanîngehên seranserê Îspanyayê bûn, didomin. Xwendekar di konên ku li kampusên xwe yên zanîngehê vedane û bi alên Filistînê xemîlandin de dimînin û di nava rojê de xwepêşandan li dar dixin.