Zanîngeha Exeter dê qursa Kurdî ya serhêl bide

Zanîngeha Exeter a Îngilîstanê, dê ji bo kesên ku dixwazin Kurdî fêr bibin, qursek serhêl a 10 hefteyî pêşkêş bike.

Navenda Nûçeyan – Zanîngeha Exeter a li Îngilîstanê, dê ji bo kesên ku dixwazin Kurdî fêr bibin, dewreyek bi rêya online li dar bixe. Dewreya asta destpêkê ku zanîngeh dê cara yekem wekî onlîne pêşkêş bike, dê rêziman û ferhenga bingehîn bigre nav xwe. Qurs, dê di navbera 28'ê Îlonê û 30'ê Mijdarê de pêk bê.

Li gorî agahdariya li ser malpera zanîngehê, dewreya heftane dê ji bo her kesê ku dixwaze ziman û çanda Kurdî fêr bibe, vekirî be. Dewr dê ji bo destpêkeran û her wiha ji bo kesên ku dikarin bi Kurdî biaxivin lê jêhatîbûna wan a xwendin û nivîsandinê sînordar e, guncav be. Sertîfîka dê ji kesên ku dewreyê temam dikin re bên dayîn.

Arşîva Kurdî ya dîjîtal

Zanîngeha Exeter, di heman demê de Navenda Lêkolînên Kurdî ku di sala 2006'an de hat damezrandin jî dihewîne. Navend bernameyên master û doktorayê û her wiha arşîveke dîjîtal a Kurdî pêşkêş dike. Zanîngeha Exeter par jî dersên zimanê Kurdî yên bi awayekî rûbirû pêşkêş kir.