“Zanîna qetliamê tenê bes nîn e ya pêwîst bikin”

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo nobedariya edaletê îro jî li pêşiya Edliyeya Rihayê bûn. Malbate got; “Di bin zilmê de cejn nabe, tişta pêwîst bikin.”

Riha- Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di encama êrîşa xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahim Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi mehan e li pêşiya Edliyeya Rihayê bi kurê xwe Ferît ê di bûyerê de bi birîndarî xilas bibû re nobeta xwe didomîne.

Di roja 137'emîn a nobetê de Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, ji ber cejnê çalakiya xwe li pirsûsê didomandin lê îro hatin pêşiya edliyeyê û dest bi çalakiyê kirin.

Ferît Şenyaşar, diyar kir ku li ser wan zilmeke mezin heye û wiha domand: “Em dîsa li pêşiya edliyeyê ne. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji waliyê Rihayê heta serokomar her kes dizane ku parlamenter li nexweşxaneyê qetliam kiriye lê êdî zanîna vê yekê tenê bes nîn e divê tişta pêwîst e were kirin. Heta ku edalet bi cih were em ê li vir rûnên.”

Malbatê ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî vê parve kir: “Ger wekî li ser vê tabelayê hatiye nivîsandin, edalet hebe, 137 roj in karê me li vir çi ye? Ger edalet tunebe çi karê vê nivîsê li ser vê tabelayê heye? An em ê edaletê bînin, an jî vê nivîsê ji vira rakin... (Hevjînê min li nexweşxaneyê li ber çavên min qetil kirin. 3 sal e tu kes ji kujeran nehatiye girtin!)