Zainab Ehmedî: Ez bawer im wê roj were em ê bigihîjin îradeya xwe ya azad
Xwendekara Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kabîlê Zainab Ehmedî, bertek nîşanî pêkanînên Talîbanê yên li dijî jinan da û got; “Ez ê li hemberî tarîtiya ku Talîban hewl dide me di navê de bifetisîne bisekinim. Ez bawer dikim ku ger em jin destên xwe bidin hev, wê roj were em ê bigihîjin îradeya xwe ya azad” û banga hevgirtinê li hemû jinên cîhanê kir.
BEHARAN LEHIB
Kabîl– Li Afganistanê, jin dixwazin vegerin jiyana xwe ya rojane û ji mafên xwe bêpar nemînin. Ji roja hatina Talîbanê û vir ve, jinên ku hewl didin di warê kar û perwerdeyê de li kolanan bin, serî hildan. Her çend berdevkên girêdayî Talîbanê ji bo jin beşdarî perwerdeyê bibin nêzîkatiyên nerm nîşan dan jî piraniya sozên ku hatin dayîn li hewa man. Îro, Talîbanê ragihand ku ji bo rezervên bi milyaran dolarên Afganistanê ku li DYE û Ewropayê hatine cemidandin, bi kar bîne, rêzê li mafên mirovan ku di nav de perwerdeya jinan ji heye bigre lê mirovên LGBT’î ne tê ne. Jinên Afganî dixwazin pêkanînên Talîbanê ku ji bo rezervên Afganistanê derxe derve mafên bingehîn weke şantajê bi kar tîne, demildest bi dawî bibe. Bi hezaran jinên zanîngehê dixwazin vegerin jiyana xwe ya perwerdeyê.
“Ger em destên xwe bidin hev em dikarin bigihîjin armanca xwe”
Zainab Ehmedî, xwendekara duyemîn a Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kabîlê ye, yek ji hezaran jinên ciwan e ku tevî hemû gotinên "nerm" ên Talîbanê nikaribûn xwendina xwe bidomînin. Zainab Ehmedî got; “Ez bawer im ku ger em destên xwe bidin hev rojên ku em jin bigihin daxwazên xwe û bigihîjin armancên xwe nêzîk bin” û diyar kir ku, jinên Afganî di îmtîhaneke dijwar û girîng de derbas dibin.
"Ez dixwazim li dijî neheqiya ku tê jiyîn bibim parêzer"
Zainab Ehmed anî ziman ku ew weke jin xeyal dike ku bibe parêzer lê bi fikar e ku xeyala wê pêk neyê û wiha got: “Ji ber qedexeyên Talîbanê hemû gelê Afganî bi taybetî jin bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne. Wekî te zanîn ji aliyê Talîbanê ve îmze ji bo gelek sepanên ku bi qedexeyan hatine bicihkirin hat avêtin. Li Afganistanê zanîngehan deriyên xwe ji jinan re girtine, ne tenê zanîngeh di heman demê de cîhana zanistê jî deriyên xwe ji jinan re girt. Perwerdedayîna mamosteyên jin hat astengkirin û gelek sepanên ku em nikarin bihejmêrin, ketin pratîkê.”
“Xizanî her ku diçe kûr dibe”
Zainab Ehmedî diyar kir ku saziyên perwerdeyê yên taybet dest bi dersa xwe kirine lê ji ber ku gelek profesor, doçent û mamoste ji tirsa Talîbanê welat terikandine, kalîteya perwerdeyê lawaz bûye. Zainab Ehmed da zanîn ku her roja diçe xizanî li welat kûrtir dibe û wiha got, her çiqas rê li ber xwendinê vebe jî ji bo ku alîkariya xwendinê ji jinan re nayê kirin dilgiran in ku tiştek zêde çênebe.
Banga ji hemû jinên cîhanê re
Zainab Ehmedî got; “Em hemû jiyanê dijwar derbas dikin. Lê ez dizanim ku divê ez wek jinek, tu carî dev jê bernedim. Ez ê li dijî tarîtiya ku Talîban hewl dide me bide, bisekinim. Ez bawer dikim ku ger em jin destên xwe bidin hev, ew roja ku em jin bigihîjin îradeya xwe ya azad were. Zainab Ehmedî bi bîr xist ku rewşa niha ya jinên Afganî li ber çavên hemû cîhanê ye û wiha got; "Ez bang li hemû jinan dikim ku bibin yek û piştgiriyê bidin jinên Afgan."