Zagonên heyî jinên Mexribê ji tundiyê naparêze

Endama Komeleya Welatîbûn û Wekheviyê Zahiye Imûmo bal kişandin ku zagonên heyî yên li Mexrîbê jinan ji tundiyê naparêzin û daxwaz kir ku divê hinek stratejiyên zelal ji bo diyardeya tundiya li dijî Mexribê werin diyarkirin.

HENAN HARÎT

Mexrib – Her diçe diyardeya tundiyê li Mexribê zêde dibe, tevî ku zagona 103.13 a girêdayî têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan ji pênc salan zêdetir e heye jî nikare jinan ji tundiyê biparêze. Parêzer û endama Komeleya Welatîbûn û Wekheviyê Zahiye Imûmo got ku dem hatiye zagona 103.13 ya girêdayî têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan were sererastkirin.

‘Jin ji zagonê razî nîn in’

Zahiye Imûmo bal kişand ku jinên Mexribê ji dema zagon di sala 2018’an de derketiye ve heta niha nerazî ne û bi gotinên "Me di destpêkê de weke ku wê ji me re rê li ber sererastkirinan veke dît" bal kişand ku îro girîng e zagonên neteweyî yên parastina mafên jinan dikin û rê li ber tundiya li ser wan digrin werin pêşxistin.

Zahiye Imûmo der barê pirsgirêkên ku ji ber vê zagonê derdikevin de jî diyar kir ku di destpêka wê de pêşgotin tune ye loma zelal nîn e û got: “Her wiha hinek têbiniyên girêdayî cezayan hene. Rast e di zagonê cezayê îdamê jî heye lê belê tevî wê jî me di pêkanîna wê de gelek xalên veşartî dîtin, bi taybetî dema kesa gilî kiriye, paşve dikşîne ev rewş çêdibe."

‘Pirsgirêka herî mezin îsbatkirina bûyeran e

Zahiye Imûmo destnîşan kir ku pirsgirêka herî girîng ya bi jinên rastî tundiyê tên re derbas dibe awayên îsbatê ne û wiha pêde çû: "Tundiya li dijî jinan li cihên taybet dibin, ev jî dihêle ku îsbata tundiyê zehmet bibe, di vir de eger şahid tune bin jin nikare şîkayet bike."

Zahiye Imûmo teqez kir ku girîng e zagon baş werin danîn ji bo ku têkoşîna tundiya li dijî jinan hebe, der barê tundiya dîjîtal de jî got ku mijara tundiya bi riya dîjîtal a ku li cîhanê û Mexribê heye her diçe zêde dibe.

Di zagonê de li ser tundiya dîjîtal nehatiye rawestandin

Zahiye Imûmo anî ziman ku tevî ku zagona 103.13 bal kişandiye ser tundiya dîjîtal jî lê belê bi rengekî di ser de di 3 cihan de derbas bûye û destnîşan kir ku ji ber metirsiya tundiya dîjîtal heye, gelek rewşên hewldana xwekuştinê çêbûne. Zahiye Imûmo da zanîn ku gelek zarokên keç dest ji dibistanên xwe berdane, gelek jin hene dest ji karê xwe yan jî bajarê xwe berdane û got: "Ji bo vê rastiyê em weke komele hizirîn ku pêşniyar bikin zagonek ji bo parastina jinan ji tundiya dîjîtal biparêze derxin. Ji ber belavbûna vê diyardeyê hişt em dengê xwe bilind bikin û bibêjin bes e ji tundiya dîjîtal re. Ji ber wê me tedbîrên çalak ji bo tundiya dîjîtal a li dijî jinan girtin."

Zahiye Imûmo der barê projeya ku komeleyê ji bo parastina jinan ji tundiya dîjîtal pêşinyar kiriye de jî got: "Em pêşniyar dikin ku çarçoveyek qanûnî ya zelal ji bo tawanên tundiya li dijî jinan û zarokên keç hebe."