‘Zagon li dijî tundiyê parastina jinên Mexribê nakin’

Çalakvana hiqûqî Neîma Xoşan teqez kir ku zagonên heyî li dijî tundiya li ser jinê, parastina pêwist nake û balkişand ku divê li ser hişyarkirina civakê xebat were meşandin.

HENAN HART

Mexrib – Komeleya "Teldat" ku Neîma Xoşan serokatiya wê dike di sala 2008’an de hatiye damezrandin. Yek ji komeleyên jinan ên çalak e. Komele taybet li gundan rewşa jinan dişopîne û ji bo pêşketina wan û pêşî li zewaca zarokan bigre gelek xebat dide meşandin.

Seroka Komeleya Teldat Neîme Xoşan di destpêka axaftina xwe de xebatên komeleyê anî ser ziman û wiha got: “Komele kar li ser pêşwazîkirina jinên tundî li wan bûye dike, her wiha rê nîşanî wan dide şêwirmendiya derûnî û zagonî ji wan re pêşkêş dike. Li aliyekî din navbeynkariya malbatî dike û rewşa jinan ji aliyê aborî pêş dixe û hwd. Jin li gundan gihîştine asta hişyariyê, ew jî bi saya civaka sîvîl çêbû. Her wiha ji bo bigihêjin xizmetên civakî ya pêwîst binesaziya guncaw ji jinan re peyda kir."

‘Pêwîstiya jinan bi navendên perwerdeyê hene’

Neîma Xoşan wiha domand: "Tevî pêşxistina binesaziyê û girêdana piraniya gundan bi toreyên ava vexwarinê ku ji sedî 90 gihîşt lê belê ev yek têrê nake. Jinên li gundan hîna li hember zehmetiyan rûbirû ne û heta niha pêwîstiya wan bi navendên perwerdeyê hene. Divê rêveberî nêzî wan bibe û zagonan hêsan bike. Divê jin û zarokên keç ên li gundan werin şopandin û xurtkirin ku ji bo di civakê de aktîv bibin û wekheviya di navbera herdû zayendan de misoger bikin. Pêkanîna vê yekê dê encamên girîng bide jinên li gundan."

Neîma Xoşan teqez kir ku xurtkirina aboriya jinên li gundan xwedî girîngiyeke mezin e. Di heman demê de Neîma Xoşan diyar kir ku divê zihniyeta baviksalar li gundan were guhertin.

‘Zagon bi tena xwe nikare diyardeyê kêm bike’

Neîma Xoşan der barê zagona 13-103 ya girêdayî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku di sala 2018’an de hat derxistin nirxandin kir û got: "Ev zagon parastina pêwîst ji jinên Mexribê re peyda nekir. Daneyên derdikevin holê asta tundiya li ser jinê nîşan dide. Zagon bi tena xwe nikare diyardeyê kêm bike. Divê kar li ser girîngiya hişyariya ji xeteriya diyardeyê were kirin. Her wiha kar li ser guhertina zihniyetan were kirin."

Neîme Xoşan di dawiya axaftina xwe de bang li parêzvanên mafên jinan kir ku ji bo parastina destkeftiyên jinan bidest xistine hîn zêdetir kar bikin û wiha pê de çû: “Divê asta têkoşînê bilind bibe, ji bo hîn zêdetir parastina mafên jinan bi taybet ên Mexribê were kirin. Divê hevkariya di navbera hemû pêkhateyên civaka sivîl de xurttir bibe."