Yuksel Mutlu: Divê li dijî qetilkirina Elewî û jinên li Sûriyeyê bertek zêdetir bin
Ji Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu bal kişand ser êrîşên ku li Sûriyeyê li dijî nasname û baweriyên cuda çêdibin, diyar kir ku divê raya giştî ya navneteweyî li dijî van êrîşan nerazîbûn nîşan bidin.

EBRU ŞAHÎN
Enqere- Li Sûriyeyê piştî ku di 8’ê Kanûna 2024’an de dawî li rejîma Beşar Esed hat û li cihê wê rêveberiya demkî ji aliyê Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ve hat avakirin, li welat li dijî civakên Elewî êrîş û qetliam zêde bûn.
Li Sûriyeyê, hejmara Elewî û Xirîstiyanên ku ji malên xwe hatine girtin û kes nagihîje wan, her diçe zêdetir dibe. Di serî de Elewiyên Ereb, piştî ku li dijî hinek kêmaran, vîdyoyên heqaret û zextê li ser medyaya dîjîtal hatin belavkirin, bertek zêde bûn û li gelek welatan çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Li Helebê hinek çeteyan, mekanê pîroz ê Eleweiyan ’te bazı çeteler, tirba Hasibî şewitandibûn û peywirdarên li wê derê qetil kiribûn. Bi taybetî piştî ku dîmenên bûyeran hatin weşandin, alozî zêdetir bû.
Elewiyan li paytext Şamê, bajarên Hama, Humus, Tartus, Laziqiye, Ceble û Banyasê çalakiyên protestoyî li dar xistin. Ji akademîsyenên Beşa Zimanê Erebî ya Zanîngeha Humusê, Dr. Reşa Naser ku bi nasnameya xwe ya Elewî dihat nasîn, ji aliyê çeteyan ve hat qetilkrin. Qetilkirina wê di çapemiyan cîhanê de deng veda. Piştî guherîna rêveberiya welat, gelek elewî bûn hedef û rastî êrîşan hatin. Elewiyên ji Sûriyeyê, ji bo welatê xwe û pêşeroja xwe bi tirs û fikar in.
‘Bedela herî mezin jin didin’
Li ser bûyerên ku di mehên dawî de li Sûriyeyê diqewimin, gel û bawerî dibin hedef, ji Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu ji ajansa me re nirxandin kir.
Yuksel Mutlu, bal kişand ku xeterek mezin heye, tevî vê jî rewş ji nedîtî ve tê dîtin û wiha got: “Tiştên li vê erdnîgariyê diqewimin, rasterast bandorê li ser hev dikin. Komkujiyên li Sûriyeyê, bandorê li ser Elewiyên li vê derê jî dikin û dibin sedema tirsê. Em nizanin dê Elewî di nava wê rêveberiya demkî de xwe bikaribin îfade bikin an na. Li aliyê din, difikirim ku ajansên nûçeyan ên navneteweyî – CNN jî di nav de – baş li ser van mijaran nasekinin û ez vê yekê bi xeter dibînim. Vê xeterê dê di demên li pêş me de bibe sedem ku HTŞ bihêz bibe an jî bi temamî xwe bi cih bike. Di rewşeke wiha de bedela herî mezin dê jin bidin.”
‘Ji rewşa heyî xuya ye ku demokrasî çênabe’
Yuksel Mutlu got ku li Sûriyeyê hewl didin jinan bixin bin zextan û guherîna bîrdozî bi van gotina vegot:
“Min di bernameyek televîzyonê de dît ku jinek servekirî dixwest wêneyê xwe bikşîne lê kesê li wê derê jê re got ‘serê xwe bigre.’ Ev hevokek ji rêzê xuya bike jî di rastiyê de mudaxeleya li ser terzê jiyanê û nasnameyan nîşan dide. Ev zext, ne tenê li dijî jinên Elewî yên Ereb an jî hinek beşên diyar, hemû jinên li wê derê dijîn hedef digre. Lewre hewl didin ramanên xwe yên ku ji aliyê bîrdozî ve diparêzin bixin partîkê. Ev rewş dê pêşî li koçberiya bi zorê, zêdebûna şîdeta li dijî jinan û kuştina jinan veke. Divê were dîtin ku hêzên hegemon hewl didin HTŞ’ê bi awayê erênî nîşan bidin û vê polîtîkayê bi zanîn dikin. Loma divê em bibînin ku ji nava van tiştên tên jiyîn demokrastî dernakeve.”
‘Divê xeta têkoşîneke bi hêz were avakirin’
Yuksel Mutlu, bi pêşketinên li Sûriyeyê re bal kişand ser Şoreşa Jinan a li Rojava, got ku divê hevgirtina li Rojava li hemû Rojhilata Navîn belav bibe. Yuksel Mutlu diyar kir ku êrîşên li dijî gelan zêdetir dibin û got ku vê rewşê tenê bi têkoşîna bi hev re dikarî bi dawî bibe û wiha domand:
“Ji ber vê yekê divê hemû civakên ji derveyî vê pergalê werin ba hev, xeteke têkoşînê ya bi hêz ava bikin. Kurd, Elewî, Ereb û hemû gelên li wê derê dijîn divê berxwedana xwe mezin bikin. Jin jî divê pêşengiyê bikin. Em mînakên vê dibînin. Divê ev hevgirtin tenê bi herêmên diyarkirî bi sînonr nemîne, li hemû Rojhilata Navîn belav bibe.”
‘Divê têkoşînek mezin were meşandin’
Li ser bûyerên ku diqewimin û bandora wan li Tirkiyeyê jî Yuksel Mutlu, diyar kir ku dengê tevgera jinan di vê mijarê de qels û kêm e divê li dijî tiştên diqewimin seknek bi hêz were raberkirin û wiha bi dawî kir: “DEM Partî û tevgera jinên Kurd di vê mijarê de dengê xwe derdixin lê divê ev deng zêdetir bibe, partî jî li ser vê mijarê tiştek bibêjin. Lewre erdnîgariya me nêzî hev e em cîranê hev in. Ji ber vê me hemûyan têkildar dike. Rewşeke ku hem mirov ditirsîne hem dixe nava fikaran, hem jî divê mirov têbikoşe heye. Êrîş û kuştina jinan tu carî nayên pejirandin. Divê li dijî vê têkoşîneke mezin were meşandin.”