'Em ê bi ruhê şoreşa jinan ji van rojan derbas bibin'

Siyasetmedarên jin ên girtî Gultan Kişanak û Fîgeh Yuksekdag peyam şandin Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk û gotin: “Bi hêz, zanîn û şoreşa jinan em ê ji vê riyê derbas bibin.”

Enqere – Konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk ya bi şiara “Em bi serhildanê xwe bi rêxistin dikin, azadiya xwe diparêzin” hat lidarxistin, berdewam dike.

Siyasetmedarên girtî hevseroka giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak peyam şandin konferansê. Di peyamê de wiha hat gotin:

“Jinên xoşewîst, rêhavalên birêz merhebe ji we hemûyan re. Di konferansa me ya ku di encama xebateke bênavber de hat lidarxistin, em bawer in ku em ê jî para xwe jê bigrin. Me tu carî ji bîr nekir ku îradeya jinan bingeha serkeftinên xebata me ya kolektîf e. Em bi wê yekê ber bi pêş ve diçin. Em rêhevalên we yên jin ên di zindanan de bi we re ne. Em vegerin binêrin me çi bi serkeftin bi dest xistine û ji kîjan riyên dijwar bi serbilindî derbas bûne… Bi hêza jinan a ku nayê desteserkirin, zanîna jinane û îradeyê, bi ruhê şoreşa jinan re em ê ji vî riyê derbas bibin. Em ji we hemûyan re silav û hezkirinên xwe dişînin. Bi hezkirin, hêvî û berxwedêriyê bimînin.”