YRJ: Şopandina heqîqetê ji her demê zêdetir erkek dirokî ye

Yekitiya Ragihandina Jinê bi daxuyaniyek nivîskî roja rojanamegeriya jinên kurd pîroz kir, bal kişand pêvajoya ku gelê Kurd di nav de dijî û got: “Bi sekna Gurbeteliyan vegotina heqîqetê em erkê xwe yê sereke dibînin.”

Qamişlo - Bi boneya Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd, Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî da. YRJ di daxuyaniya got, “Weke Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) em salvegera Roja Rojnamegeriya jinên kurd li hemû kedkarên jin yên çapemeniya azad ku di her şert û mercan de,  tevî hemû zext, erişkarîyan bi biryardarî şopdariya heqîqetê dikin û her wiha di hemû eniyên tekoşîna azadiyê de dibin, çav, zimanê rastiyan pîroz dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Di pêvajoyeke ku gelê Kurd piralî bi êrişkarî û heta bi qirkirinekî mezin re rû bi rû ye û li hember van polîtikayên qirkirinê jî gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê berxwedanekî bê hempa dimeşînin de vegotina û şopdariya heqîqetê ji her demê zêdetir erk û berpirsyariyek dirokî ye. Weke gelekî ku sed sale di bin pencê qirkirinê de bi her awayî  li ber xwe dide. Di van şert û mercan de weke netew têkoşîna hebûnê çawan biberdêlên mezin çêbûye, weke çapemeniya azad jî vegotina rastiya vê berxwedanî jî bi berdêlên giranbiha çêbûye. Di rastiya Kurdistanê de çapemeniya azad, di oxira şopdariya heqîqetê de  bi  berdêlên giran biha kevneşopiyekî çapemeniya azad  daye afirandin.

Mîrateya şopdariya heqîqetê

Ji Mazlûm Dogan heta Gurbetellî Ersoz, Ji Gurbetelî Erdoz heta, Deniz Firat, Nûjiyan Erhan, Şevîn Bingol, Dîlîşan îbîşan û  Avrîn Mahsum, Axin Amûdê, Koçerîn Rojîn, Roza Rênas, Şaristan Asmîn û gelek lehengên  mîna wan ku di oxira şopdariya heqîqetê de bi biryardarî û evindariyek mezin xwedî li kevneşopiya çapemeniya azad derketine û  bi berdêla canê xwe ev mîras mayinde kirine.  Bi pêşengiya jinan têkoşîna azadiyê ya nîv esire dewam dike û li her qadê her diçe bilind dibe, çapemeniya azad ev heqîqet ji bo raya giştî ya Kurdistan û cîhanê bi vê sekn û ferasetê ragihandiye. Li hember viya hêzên qirker û dagirker jî ji bo serniximandina rastiyan, serî li êrişkarî, zext û çewisandinên pir alî daye. Çapemeniya azad ku li ser mirasê berxwedanê ava bûye û mezin bûye, bi biryardarîyek mazin hem bûye perçeyekî mîrasê berxwedana azadiyê ya gelê Kurd û jina Kurd û  hem jî ji bo danasîna vê rastiyê bi seknekî pêşeng rolê diyarker lîstiye.

Bi sekna Gurbeteliyan vegotina heqîqetê em erkê xwe yê sereke dibînin

Bi taybetî di roja me ya îro de li çar perçeyên Kurdistanê êrişên bi armanca qirkirinê yên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ya dagirker ve li ser gelê Kurd û bi taybetî li ser jinên Kurd têne meşandin, teşîrkirina sûcên şer ên li Kurdistanê, binpêkirinên mafên jinan, qetilkirina jin û zarokan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve têne kirin  ji raya giştî re ragihandin,  weke şopdarên heqîqetê berdelê wê çi dibe bila bibe bi sekin û feraseta Gurbeteliyan vegotina heqîqetê em weke erkê xwe yê sereke dibînin.

Bi vîn û azweriyek hê meztir em ê bixebitin

Weke YRJ bi boneya salvegera roja rojnamegeriya jinên Kurd  carekî din em destnîşan dikin ku,  berdelê wê çi dibe bila bibe ji bo  Şoreşa jinê ku niha li Rojavayê Kurdisanê şênber bûye bikin malê  hemû jinan, ji bo serdekftina  Raperîna Jin jiyan Azadî ku bi berdêlên giran  salekî pey xwe hişt bi vîn û azweriyek hê meztir em ê bixebitin. Bi vê feraset û biryardariyê em roja Rojnemegeriya jinên Kurd li hemû kedkarên çapemeniya azad pîroz dikin, di kesayeta şehîdên çapemeniya azad de, hemû şehîdên tekoşîna azadiya Kurdistanê bibîr tînin.”