YRA roja rojnamegeriya Kurd pîroz kir
YRA, roja rojnamegeriya kurd pîroz kir û diyar kir ku rojnameya Kurdistan pêşiya gelek rojname û kovarên ku bi zimanê Kurdî weşanê bikin vekir.
Navenda Nûçeyan - Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya roja rojnamegeriya Kurd daxuyaniyek nîvîskî da.
Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Mîqdat Mîdhat Bedîrxan di sala 1898’an li paytexta Misir Qahîreyê rojnameyek bi Kurdî a bi navê ‘Kurdistan’ derxist. Ev hemle di çapemeniya Kurdî de gava yekem e û ji bo gelê Kurd gaveke nû ye.”
‘Îro bi sedan saziyên çapemeniyê bi Kurdî weşanê dike’
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku yekemîn qenala kurdî MED TV di sala 1995'an de dest bi weşanê kir û hat gotin, “Di heman demê de rê li ber gelek saziyên çapemeniyê vekir ku şaristanî, dîrok û çanda Kurdan belav bikin. Îro bi sedan saziyên çapemeniyê bi Kurdî weşanê dikin.”
Di daxuyaniyê de şehîdên çapemeniya azad hatin bibîr anîn û roja hemû gelê Kurd û kedkarên çapemeniyê bi taybet rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pîrozkirin.