YRA: Li dijî zextên li ser rojnamevanan bêdeng nemînin

YRA`yê bang li NY, sazî û dezgehên navnetewî kir ku pêkanînên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî cîhanê li dijî rojnamevanan tên kirin, paş guh nekin, bêdeng nemînin.

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyek nivisîkî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî peyman û biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî, li cîhanê pêkûtiyên li ser ragihandin û rojnamevanan zêdetir bûne.

‘Li dijî zextên li ser rojnamevanan bêdeng nemînin’

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yek ji dewletên ku zextê dike dewleta Tirkiyeyê ye û êriş, pêkutî û girtinên rojnamevanan ên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin bibîrxistin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dewleta Tirk li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrişî rojnamevanan dike û êrîşa li dijî wesayîta Jin TV ku di encamê de xebatkarê televîzyonê Necimedîn Fêsel Hecî Sînan şehîd bû û nûçegihan Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bibû, wekî mînak hat dayîn. Hat diyarkirin ku dewleta Tirk ji azadiya ragihandinê ditirse, lewma rojnamevanan jî dike hedef û gelek rojnamevan birîndar kirine. 

Di berdewama daxuyaniyê de pêkutiyên li ser rojnamevanên Başûrê Kurdistanê jî hatin bibîr xistin û hat gotin: “Endamê YRA’yê û edîtorê Roj News Silêman Ehmed zêdetirî 6 mehan e ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin. Mixabin heta niha jî çarenûsa wî nayê zanîn.” Di dawiya daxuyaniyê de zext û pêkanînên ku li tevahiya cîhanê dijî rojnamevanan tên kirin hatin şermezarkirin û ev bang hat kirin: “Em ji NY, hemû sazî û dezgehên navnetewî dixwazin ku pêkanîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê li dijî rojnamevanan tên kirin, paşguh nekin; li gorî peyman û pîvanên navnetewî tevbigerin û erka xwe pêk bînin."