YPJ: Roja berxwedan û cenga azadiyê li tevahî jinan pîroz be
YPJ’ê bi wesîleya 8’ê Adara 2025’an daxuyaniyek da, Roja Jinên Kedkar a cîhanê li hemû jinên têkoşer, kedkar û berxwedêr pîroz kir.

Navenda Nûçeyan – Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyek 8’ê Adara 2025’an pîroz kir da zanîn ku jinan ji destpêka dîrokê ve heta roja îro li hemberî her cure destdirêjî, îşkence û tundiyê serî rakirine. Her wiha hat diyarkirin ku YPJ ne tenê hêza parastina Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de parêzvanên hemû gel, bawerî, ziman û çandên li tevahî Sûriyeyê ye.
Di daxuyaniya YPJ’ê de wiha hat gotin:
“Em jinên ku ji dîrokê ve heta îro bi berxwedanê, di bîra civakî de bûn cihê bîrewerî û serbilindiyê, silav dikin. Clara bi têkoşîna xwe, Hîpatya bi zanista xwe, Newal El-Sadawî bi pênûsa xwe, Sakîne Cansiz bi şerkeriya xwe bûn rêwberen riya azadiya jinan. Di şexsê van jinên qehreman de em şehîdên cenga giran a Rojava fermandar şehîd Arjîn Kobanê, Ronahî Yekta, Bêrîtan Şoreş, Jînda Botan, Arjîn Efrîn, Bêrîtan Ereb û hemû şehîdên azadiyê bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wêrekiya wan ditewînin. Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ çawa ku me li ser hîmê parastina jinan û gelan xwe bi rêxistin kir û 14 sal bi têkoşîn, şer û fedakariyeke mezin li ber xwe da, em ê ji vir û şûnde jî li ber xwe bidin û sala 2025'an veguherînin sala azadî, aştî û wekheviya gelan.
Ji her aliyê cîhanê û ji çar perçeyên Kurdistanê jin ref bi ref ber bi şoreşê ve herikîn
Çanda berxwadanê ya 8 Adarê îro li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya YPJ’ê de berdewam dike. Di hemû qadên jiyanê de bi fedakarî, lehengî û berxwedaniyeke bêhempa jin li ber xwe didin, xwe û civaka xwe diparêzin. Li ser vê xakê bi hezaran canên ciwan di oxira têkoşîna azadiyê de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Ji her aliyê cîhanê û ji çar perçeyên Kurdistanê, jin ref bi ref ber bi şoreşê ve herikîn û bi wêrekiya xwe destan nivîsandin. Van xakên berxwedêr bi ruhê neteweya demokratîk, pîrozî li ser pîroziya xwe zêde kir. Careke din hemû bawerî, komên etnîk û mirovên ji rengên cuda ji nû ve hev hembêz kirin û şahidî ji vê têkoşîna dîrokî re kirin. Bi bawerî, zanist, îrade û hêza jinan wê ev têkoşîna domdar, bi serkeftinê tacîdar bibe.
Ruhê berxwedêr ê 8’ê Adarê ji her demê zêdetir e îro û êrîşên dagirkeriyê vala derdixe
Jina ku bi paradîgmaya Rêber Apo xwe ava dike û ronî dibe, çawa ku duh ji bo avakirin û parastina civaka demokratîk li ber xwe da, îro û sibe jî wê mîsyona pêşengiyê bigre ser milên xwe. Ev jî bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê pêkan dibe. Di van kêliyên ku şer didome de, di kêliyên ku em cejna xwe ya 8’ê Adarê pîroz dikin, jinên têkoşşer, hevriyên me di qadên cengê de bi bombebaraneke giran re rû bi rû ne. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî rojane bi riya balafirên şer, balafirên bêmirov, bi tang û topên xwe êrîşê qadên me dikin. Ango ruhê berxwedêr ê 8’ê Adarê îro ji her demê zêdetir bilind bûye û êrîşên dagirkeriyê vala derdixe.
Banga Rêber Apo coş û kelecaneke mezin di dilê tevahî gel û jinan de ava kir. Ev kelecan bi ruhê 8’ê Adarê re bilindtir dibe. Em banga Rêber Apo watedar û bi nirx dibînin, guftûgoyên ku îro der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de tên meşandin, ji nêz ve dişopînin. Îro dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên giran ên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê nîşan dide ka çiqas dilsoz û samîmî ye li hemberî pêvajoyê.
Bi hişmendiya cîhadîst tu pirsgirêk çareser nabin
Li Sûriyeyê di nava 14 salên dawî de êş û birînên giran hatin jiyîn. Ev êşên civakê ne pêkan e, bi HTŞ’ê û serkêşê wê Colanî werin dermankirin. Hikûmeta demkî ya ku xwe bi xwe li Şamê ava kir, nikare bi hişmendiya cîhadîst û selefî pirsgirêkan çareser bike. Nikare hilweşandin û êşa 14 salan ji holê rake. Dijberî wê îro li seranserê Sûriyeyê êrîş, tundî û qirkirin bi awayekî sîstematîk tên meşandin. Gelê Durzî rastî zext û êrîşan tê, gelê Elewî bi qirkirinê re rû bi rû dimîne û gelê Kurd tê înkarkirin. Her wiha gelê Ereb bê vîn û bê çare tê hiştin. Hişmendiyeke ku her kesê neçarî bêdengî û serîtewandinê dike, çawa ku nikare pirsgirêkan çareser bike, nikare xwe ji aqûbeta hatiye serê rejîma Baasê jî xilas bike. Lewma yên ku heman rê û rêbazê weke çareserî ji xwe re esas bigrin, dawiya wan jî wê weke dawiya rejîma Baasê be.
Di vê wateyê de ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê, em amade ne bi erka xwe rabin. Di vê der barê de çareserî û projeyên me jî amade ne. Pêdiviya civakê bi demokrasî, wekhevî û azadiyê heye. Bi pergaleke ku hemû reng, hemû ziman û hemû baweriyan di nava xwe de dihewîne, Sûriye dikare li ser bingehek demokratîk jinûve were avakirin. Sûriyeke bi vî rengî hêvî û daxwaza her kesê ye. Pêşengiya vê jî wê jin bikin, ji ber ku qurbaniyên herî mezin ên vî şerî jin in û jin dikarin dawî li vî şerî bînin.
Em parêzvanên hemû gel bawerî ziman û çandên li tevahî Sûriyeyê ne
Em ne tenê hêza parastina Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne, di heman demê de em parêzvanên hemû gel, bawerî, ziman û çandên li tevahî Sûriyeyê ne. Di vê wateyê de heya ku êrîşên hovane li ser gelê me yê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hebin, ne pêkan e kes ji me berdana çekan hêvî bike. Di dema ku jin, gelê me û ev xak di bin gef û xeteriyan de bin, mafê me yê herî rewa, mafê xweparastinê ye. Mafê xweparastinê, mafê jiyanê ye, kes nikare jinan û vî gelî neçarî bê parastiniyê bike.
Careke din bi ruhê 8’ê Adarê, bi çanda domdar a berxwedana jinan em biryardarî û dilsoziya xwe ya bi hemû jinan re raber dikin û bawer in wê sala 2025’an bibe sala hevgirtin û têkoşîna mezin a hemû jinên cîhanê. Ev têkoşîn wê me ber bi serdema civaka demokratîk a di pêşengiya jinan de bibe. Bi vê baweriyê em careke din 8’ê Adarê roja berxwedan û cenga azadiyê li tevahî jinan pîroz dikin.
Bijî 8’ê Adarê
Bijî Rêber Apo
Jin Jiyan Azadî”