YPJ: Komkujî nasnameya Komara dewleta Tirk e

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê balkişand ku komkujiya li Parîsê hat jiyîn bi destê dewleta Tirk hatiye pêkanîn û diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê û mafên bindest tên hedef girtin.

Navenda Nûçeyan- Fermandariya Giştî ya YPJ'ê têkildarî komkujiya li Parîsê hat jiyîn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya ku hate diyar kirin dewleta Tirk hewil dide têkoşîna gelê Kurd ya azadiyê bi komkojiyan bişkîne, "Feraseta ku dijminatiyê li azadiyê dike, her carê bi komkujiyan hewl dide ku têkoşîna azadiya jinê û gelan bişkîne. Ji lewra her jin û kesên ku jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiya gelan kirine, dibin hedefa desthilatdarên faşîst. Dewleta Tirk a dagirker careke din li hemû deverên cîhanê bi awayekî herî nemerdane dijminahiya xwe ya li hemberî jinên ku bindestî nepejirandine û pêşengtiya têkoşîna azadiyê dikin, nîşanî tevahî cîhanê da. Komkujiya ku li Parisê di şexsê Hevrê Evîn Goyî de pêk hat, vê rastiyê şênber dike. Komkujî ji dîrokê heya roja me ya îro nasnameya Komara dewleta Tirk e.”

Ji aliyê rejîma faşîst a Erdogan ve hate hedefgirtin’

Di daxuyaniya ku hat dest nîşan kirin Evîn Goyî ya hat qetilkitin weke jineke Kurd a têkoşer, hemû jiyana xwe di oxira azadiya jinê û gelan de feda kir, wiha hat gotin: “Li hemû deverên Kurdistanê ji bo welatê xwe kar kir. Dema çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Rojava kir ji bo gelê xwe berê xwe da axa Rojavayê Kurdistanê. Li hemberî gelê xwe erka xwe ya welatparêziya jinê bi dilekî wêrek pêk anî. Kesayetên weke hevrê Evîn li hemû deverên Kurdistanê ji bo azadiya tevahî gelan têkoşîneke bêeman dane meşandin. Ji ber wê yekê ji aliyê rejîma faşîst a Erdogan ve hate hedefgirtin.

‘Em soz didin’

YPJ'ê komkojî şermezar kir, ji malbatên şehîdan re sersaxiyê xwest û dest nîşankir ku komkujî li hemberî gelê Kurd û gelê bindest pêk hat. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dilsoziya Hevrê Evîn a ji bo azadiyê dilsoziya YPJ'ê ya ji bo azadiyê ye, em ê jî li ser mîrateya ku heval Evîn ji me re hiştiye têkoşîna xwe berztir bikin. Soza me ew soz e ku em ê tola jinên ji aliyê deshilatdaran ve hatine qetilkirin li erdê nehêlin."