YPJ: Faşîzma AKP û MHP wê biser nekeve
YPJ'ê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û got, "Em ê bi berxwedanê rejîma terorê têk bibin" û Kongra Star jî êrişan bang li her kesê ku dakevin qadan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her derê û ji aliyê her kesê ve tên şermezarkirin. Li gel ku gel dixwaze demildest êrîş bên rawestandin jî banga berxwedanê ji herêmê bilind dibe.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk rêbazên herî hovane li dijî gel bi kar tîne û wiha hat gotin; “Êrîşên ku 19’ê Mijdarê saet 12:00’an li dijî herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Dêrik, Kobanê, Eyn Îsa, Dirbesiyê, Zirgan, Şehba û Til Rifat hatin kirin, qetlîamekê faşîzmê ye. Her çendî Erdoganê faşîst provokasyona li Stenbolê ji bo êrîşê weke hincet nîşan da jî, lê her kes dizane ku amadekariyên êrîşa li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji zû ve hatine plankirin. Rejîma terorê ya Erdogan çawa gelê xwe qetil kir, bi zîhniyeta qirker êrîşî herêmên me jî dike. Lê divê faşîzma AKP û MHP zanibin ku ew nikarin serbikevin.”
'Divê jin û ciwan li qadan cih bigirin'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em dizanin ku gelê me wê axa xwe ya ku bi xwîna deh hezar şehîdan tê avdan, li dijî dagirkeriyê biparêze û welatparêzî û nirxên xwe biparêze. Divê jin û ciwanên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina axa xwe di çeperan de cih bigrin” û bang hat kirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin;
“Divê gelê me bizane ku em ê tola kesên hatine qetilkirin hilînin. Ev êrîş ne êrîşa yekem a dewleta Tirk a terorîst e û ne jî ya dawî ye. Çawa ku me li hemberî van êrîşan serî netewandiye, ji niha û pê ve jî em ê tu carî gav paşde neavêjin. Em ê bi çanda xwe ya berxwedanê ya ku li her derê bi ser ketiye têbikoşin û em ê vê feraseta qirker a rejîma terorê têk bibin.”
Kongra Star: Dakevin qadan!
Meclîsa Kongra Star bi şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li gelan kir ku dakevin qadan.
Di daxuyaniyê de ev bomberdûman hate şermezarkirin û hate gotin ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve, dewleta Tirk êrîşên xwe yên ji bo tirsandina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êrîş li ber çavên hemû cîhanê hatine kirin û hat destnîşankirin ku ew ê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin û bang li gelan hat kirin ku dakevin qadan.