YPJ Enternasyonal banga têkoşînê li jinên cîhanê kir
YPJ Enternasyonal, bi bonaya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan daxuyanî da, banga têkoşîna li dijî kuştina rojane û ji bo jiyana hevbeş li tevahî jinên cîhanê kir.
Navenda Nûçeyan– YPJ Enternasyonal bi bonaya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan daxuyaniyek nivîskî da. YPJ Enternasyonal di daxuyaniya xwe de banga têkoşîna li dijî kuştinên rojane û ji bo jiyana hevbeş li tevahî jinên cîhanê kir.
Daxuyaniya YPJ Enternasyonal wiha ye:
“Em we ji dilê şoreşa jinan, herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango herêma ku wek Rojava jî tê naskirin silav dikin.
Em wek jinên enternasyonal ji bo ku xewn û tovên şoreşê yên em perçeyek ji wê ne bi xwe re bibin welatê xwe û li wê derê bireşînin hatine vir.
Li ser esasê banga ronahiya têkoşînê û hêza rêxistineke ku dixwaze jiyanê ji nû ve ava bike û zindî bike em hatin vir. Li vir, li vê cihê ku êrîşên herî hovanê yên DAIŞ’ê hatin şikandin, ev cihê ku tê de heya îro bênavber ji aliyê hezaran jinan ve wekî şehîd Hêlîn a jî Îngilistanê, şehîd Îvana ya jî Elmanyayê, şehîd Lêgerîn a ji Arjantînê, şehîd Ceren a ji Tirkîyeyê, şehîd Avesta ya ji Kurdistanê li dijî xirabiyê têkoşîn hatiye dayîn.
Roj bi roj jinên ku xwe birêxistin dikin û şer dikin tevî êrîşên bênavber ên dewleta Tirk a ku bi armanc an kuştin an jî koçberkirina gelê Rojava tevdigere zêde dibin.
Ji ber ku ev tundiya li her derê wekî normal tê dîtin ji bo me êdî ne normal e û ji ber wê em hatin vir.
Dixwaze bila di nav qefeseke zêr de be yan jî tarîtiya herî kûr de, tundî di tu rewşê de tiştekî, rewşeke ku nayê qebûlkirin e.
‘Ev şoreş hebûn û xwebûn e’
Laşê her jinekê, hemû perçeyên laşê wê û her destdayînek ji bo ku tehakumek li ser wê were bidestxistin di wê cîhanê de tê zayendîkirin. Bi nîşandana jinê wek sedema hemû xirabiyan her cure hovîtî zexta li dijî wan û qetilkirin jî hat meşrûkirin. Di rewşeke wiha de gotin dibin gefxwarin, destdayîna herî piçuk dibe piçûkxistin, hevaltî dibe bazarî û hezkirina qaşo ya heyî jî herî zêde dibe kujeriya jinan.
Şoreşa Rojava li dijî derketina wê kujeriyê ye, bi kokê wê bindestî û baviksalariyê ve mijûl dibe. Ev şoreş hebûn û xwebûn e.
‘Em xwe diparezin û em şer dikin têdikoşin’
Me biryara têkoşînê da. Mil bi mil bi jinên Rojava re. Şerê li Rojava ne tenê ji bo jiyana bi rûmet a li Rojava tê meşandin. Herî zêde jî li dijî zîhniyeta kujer a ku li seranserê cîhanê heye tê şerkirin. Tam jî ev tişt e ku li vir, li Rojava diqewime. Jinan li vir biryar dan ku xwe bi çek bikin û arteşeke jinan ava bikin. Li vir, li Rojava jinan biryar dan ku xwe ji aliyê leşkerî, bîrdozî û siyasî ve bi hev re biparezin. Li vir, li Rojava jin rêveberiya şoreşê dikin û dîroka xwe ango ya jinan dinivîsînîn.
Dengê azadiya jinan ji Rojava deng vedide hemû cîhanê. Em jî li pey wê dengê hatin. Êdî em nahelîn ku me binax bikin, bindest bikin, tecawiz bikin, bifroşin, mêtingeh bikin, me bigrin. Me bikujin. Me qetil bikin.
Em xwe birêxistin dikin, xwe diparezin û em şer dikin, têdikoşin.
Ji bo ku em bikaribin kujeran bidin sekinandin, dawiya wê zîhniyetê bînin em li ser şopa hemû jinên ku serê xwe li dijî desthilatdarî û baviksalariyê rakirin, ên ku bûn yek û yên îro şer dikin û yên ku wê sibê bikin re ne.
Li ser wê bingehê em banga têkoşîna li dijî kuştinên rojane û ji bo jiyana hevbeş li tevahî jinên cîhanê dikin.
Li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan Azadî!”