YPJ: Em ê parastina jinan û tevahî gelê xwe bikin
YPJ’ê der barê êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk de daxuyanî da û got: “Di van rojên dîrokî ku êrîşeke berfireh li hemberî herêma me û giştî Sûriye pêk tê de, em ê di eniyên cengê yên pêş de parastina jinan û tevahiya gelê xwe bikin.”
Navenda Nûçeyan - Fermandariya Giştî ya Yekineyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Kantona Şehba- Efrînê, daxuyaniyek nivîskî weşand. YPJ’ê bal kişand ser dîlgirtina jinên ciwan ên Hêzên Parastina Şêx Meqsûd.
‘Berxwedanek bêhempa tê nîşandan’
Di daxuyaniya YPJ’ê de hat bibîrxistin ku ev bi rojan e êrîşek berfireh û pir alî li dijî herêma wan û tevahiya xaka Sûriyê tê meşandin. YPJ’ê destnîşan kir ku di serî de li Helebê, gelê Sûriyê bi xeterî û komkujiyên mezin re rû bi rû hatiye hiştin. YPJ’ê diyar kir ku ev êrîş di heman demê de herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê girtiye nava xwe û bi rojane li hemberî van êrişên mezin, berxwedanek bê hempa tê nîşandan. YPJ’ê got “Bi taybetî li herêma Şehba û Helebê di serî de jin, gelê me li hemberî van êrîşan bi rojan e berxwedaniyek mezin nîşan dide.”
Banga ‘Hemû saziyên mafên jin û mirovan xwedî li vîna jinên ciwan ên esîr derkevin’
YPJ’ê destnîşan kir ku gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku bi salane xwedî ezmûna şer û berxwedanê ye, li hemberî van êrîşan careke din xwe bi rêxistin kiriye û wiha pê de çû: “Bi navê Hêzên Parastina Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi dehan caran êrîşên çeteyên dagirkeriya Tirk têk birin. Bêguman şer pir alî û bi awayekî dijwar didome û mixabin ku hêjmarek xort û jinên ciwan ên Hêzên Parastina Şêx Meqsûd ku birîndar bûne, êsîr ketine destê çeteyan. Ev çeteyên barbar ku bi ti awayî exlaq û qanûnên şer nas nakin, bi awayekî pir hovane rûmeta jinên êsîr dişkînin û li ser dezgehên xwe yên çapemeniyê weke amûreke propagandayê bikar tînin.”
Gefên ‘Emê we dîsa di bazaran e bifroşin’
YPJ’ê balkişand ser gotinên qirêj ên li hember jinan û got: “Bi gotinên xwe yên wek em ê careke din we di bazaran de bifroşin, hêrsa xwe ya li hemberî jinan nîşan didin. Ev kiryarên dijmirovî ne û divê bi ti awayî neyê qebûlkirin. Em wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) van kiryarên hovane yên çeteyên dagirkeriya Tirk li hemberî êsîrên jin, şermezar dikin û em dibêjin wê tola wan were hilanîn. Her wiha em bang li saziyên mafên jinan û mirovan dikin ku xwedî li van jinên ciwan ên esîr ku parastina tax û bajarê xwe dikirin derkevin û bi israr em dibêjin divê mafê wan ên êsîrbûyinê were parastin.”
‘Tiştên ku çete niha dikin tiştên sala 2014’an in’
YPJ’ê bi bîr xist kiryarên ku îro çeteyên dagirkeriya Tirk li dijî van jinên ciwan ên esîr pêk tînin, di sala 2014’an de DAÎŞ’ê li Şengal, Mûsil û Reqayê pêk anîne û bi hezaran jin di bazaran de firotine. YPJ’ê da zanîn ku bê guman ev jî nîşaneya hişmendiya desthidariya mêr a ku îro di şexsê DAÎŞ û çeteyên Erdogan de gihîştiye asta lûtkeyê ye. YPJ’ê got “Ji ber herî baş ew dizanin ku jinên Kurd li hemberî van kiryarên hovane destanên qehremaniyê nivîsandine û heya dawiyê liberxwe dane. Ji bo wê bi van kiryarên xwe yên dij mirovî asta dijminatiya xwe ya li hemberî jinan nîşan didin.”
‘Dewleta Tirk ji van esîran berpirsyar e’
YPJ’ê di serî de li Xaça Sor û Saziya Efû ya Navnetewî bang kir û got “Em li rêxistinên mafên jinan, li tevahî rêxistinên civakî, kesên navdar, demokratîk û azadîxwaz dikin ku xwedî li van esîrên jin derkevin û di serî de Rojhilata Navîn di asta navnetewî de rastiya teror û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê teşhîr bikin û hesabê pêwîst jê bixwazin. Em di vê mijarê de bi taybetî dewleta Tirk ji van esîran berpirsyar dibînin.”
‘Em ê di eniya berxwedanê de hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bi pirsin’
YPJ’ê da zanîn ku ew careke din bûyera esîr girtina şervanên jin ên Hêzên Parastina Şêx Meqsûd şermezar dikin û daxuyaniya xwe bi van gotinan bidawî kir: “Em dibêjin ku em ê di eniyên berxwedanê de hesab ji dewleta Tirk a dagirker û ji çeteyên wê bixwazin. Di vê wateyê de di van rojên dîrokî ku êrîşeke berfireh li hemberî herêma me û giştî Sûriye pêk tê de, em ê di eniyên cengê yên pêş de parastina jinan û tevahî gelê xwe bikin. Her wiha em bang li tevahiya jinên ciwan dikin ku li her qada ku lê ne, cihê xwe di eniyên parastinê de bigrin û beşdarî nava refên YPJ’ê bibin. Ancax bi vî rengî emê bikaribin xwe û xaka xwe biparêzin.”