YPJ: Edî dem dema azadiya jin û gelane

YPJ’ê der barê Newrozê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Êdî dem dema azadiya jin û gelan e. Mizginiya bihareke nû dide, li derdora agirê Newrozê a kombûn, wê teqez azadiyê jinê bîne.”

Navenda Nûçeyan- Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniya hat gotin: “Bi gurzê Kawayên Hemdem têkoşîna ku li hemberî Dehaqên demê tê meşandin, bi şoreşa jinan a Rojava re careke din hêviya gelan nû kir. Têkoşîna jinan a ku bi navê YPJ’ê bi beden bûyî, wek germahiya agirê Newrozê bi her demsalekê re xwe geştir dike. Newroz li ser vê erdnîgariyê di hemû deman de bûye îfadeya têkoşîna li hemberî desthilatdariyê.”

‘Emê hewildanên dagirkeran vale derbixin’

Di daxuyanê de destnîşan kirin ku Newroza li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi îdia û biryardariya parastina destkeftiyên şoreşê tê pêşwazî kirin û wiha dom kir: “Li hemberî hemû lîstok û polîtîkayên înkar, îmha, qirkirin û asîmîlasyonê bi rihê cejna Newrozê, bilind kirina têkoşînê wê hewldanên dagirkeran vala derbixîne. Dîroka gelê me yê berxwedêr, di nava şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî bi pêşengtiya jinan, çarenûsa ji aliyê desthilatdaran ve li ser gelan dihate ferzkirin, qebûl nekir. Me wek şervanên vî gelî di oxira azadiyê de gelek can feda kirin.

‘Êdî dema azadiyê ye’

Îro li hemû deverên cîhanê dengê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê bilindkirin, ev yek ji bo me weke jinên ku pêşengtiya şoreşê dikin, cihê şanaziyê ye. Di Newroza îsal de jî hemû pîrozbahî weke serhildanên li hemberî feraseta mêr dewlet têne lidarxistin. Êdî dem dema azadiya jin û gelan e. Li derdora agirê Newrozê a ku mizginiya bihareke nû dide kom kirin, wê teqez azadiya jinê bîne.

‘Wê teqez faşîzim têk biçe’

Me di arifeya cejna Newrozê de 9 hevalên xwe yê hêja yên ku di oxira parastina welat û rûmeta gelan de xwedî kedên bêhempa bûn, şehîd dan. Em carek din tevahî şehîdên xwe yên ku rihê xwe gihandine sira pîroziya agirê Newrozê bi bîr tînin û wê bi geşkirina agirê Newrozê teqez faşîzmê têk biçe.”