YPJ’ê têkoşîna jinên Hindistanê silav kir

Fermandariya YPJ’ê xwepêşandanên jinên Hindistanê silav kir û bang li jinan kir ku bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” xwe rêxistin bikin û hêza xwe ya parastinê ava bikin û xurt bikin.

Navenda Nûçeyan – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî xwepêşandanên jinan ên li Hindistanê ku piştî destdirêjiya li jinek bijîşk a stajyer û qetilkirina wê dest pê kirin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Li ser tevahiya cîhanê her ku diçe têkoşîna jinan a azadî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet berfirehtir dibe. Li beramberî vê lêgerînê, pergala kapîtalîst a mêrê desthiladar jî bi rêbazên tundî, destavêtin û qirkirinê êrîşê jinan dike û hewl dide serdestiya xwe biparêze.

Îro li Hindîstanê çanda tundî û destdirêjiyê di asta herî bilind û dijwar de di meriyetê de ye. Li hemberî bûyera giran a li bajê Kalkîtî ku jinek bijîşk rastî destdirêjiyê hat û bi awayekî hovane hate qetilkirin, di serî de jin, gelên Hindîstanê serî hildan û çalakiyên girseyî lidar xistin; bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ helwesta nîşan dan.

Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) em vê bûyera hovane şermezar dikin û bang li tevahî rêxistin û tevgerên jinan dikin ku li hemberî her cure zext, tundî, destdirêjî, zordestiya fîzîkî û derûnî ya li dijî jinan dengê xwe bilintir bikin. Divê teqez hesab ji kujer û tecawizkaran bê xwestin.

‘Li dijî van êriş û kiryaran em têkoşînek piralî dimeşînin’

Weke YPJ me li dijî pergala zilamsalar a ku di şexsê DAIŞ û gurûbên din ên li herêma me dagirkerî, qirkirin, destdirêjî û talan pêk dianîn, têkoşîneke bê eman da meşandin. Di bin serweriya DAIŞ de bi awayekî hovane destdirêjî li ser jinan dihat kirin, jin di bazaran de weke kole dihatin firotin û ji her cure mafên xwe mehrûm dihatin hiştin. Ji xwe trajediya giran a ku jinên Êzidî rastî hatin di bîra tevahî mirovahiyê de ye. Me bi vîn, cesaret, bawerî û rêxistinbûneke xurt li hemberî van çeteyan şer kir, li ber xwe da û ew têk birin. Ji bo ku em jinên Êzidî, Xirîstiyan, Kurd û Ereb ji hovîtiya DAIŞ’ê xilas bikin, me berxwedaneke mezin nîşan da. Îro jî dewleta Tirk a dagirker li herêma me ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi êrişên xwe yên hewayî jinên têkoşer, azadîxwaz, fermandar û şervanên me yên YPJ’ê dike armanc. Hi herêmên me yên hatine dagirkirin rojane leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan tecawuz, revandin û komkujiyan pêk tînin. Bêguman li beramberî van êriş û kiryarên hovane, em têkoşîneke piralî didin meşandin û hêza xwe ya parastinê xurtir dikin.

‘Ji her kesê bêhtir pêdiviya jinan bi xweparastinê heye’

Em baş dizanin ku çanda destdirêjiyê ya pergala zilamsalar pergaleke cîhanî ye û xwedî dîrokeke kevnar e. Îro jî li Hindîstanê jin rastî destdirêjiyê tên, li Îranê jinên têkoşer tên darvekirin, li Iraqê jî zewaca zarokên keç bi qanûnan tê rewakirin. Li Afganîstanê jin ji hemû mafên xwe yên însanî bêpar in. Lewma têkoşîna li beramberî vê pergalê jî divê cîhanî, piralî û pir xurt were meşandin. Hemû jinên têkoşer, rêxistin û dezgehên civakî, ango tevahî civak divê li beramberî vê rastiyê bibe xwedî zanebûn û bi yek dengî li hemberî êrişan rabin. Bi qasî ku civakek rêxistinkirî be, wê ewqasî karibe hêza xwe ya parastina cewherî jî ava bike. Bêguman ji her kesî bêhtir pêdiviya jinan bi xwe parastinê heye. Ev jî di encama rêxistinbûnê de pêkan dibe. Jina rêxistinbûyî jina ku dikare xwe, tevahî jinan û civakê biparêze. Lewma hewcehî heye em weke jin hîn zêdetir xwedî li hev derkevin, bi hev re bin û palpiştiya hev bikin. Di vê wateyê de em rabûna jin û gelê Hindîstanê pir bi nirx û watedar dibînin. Heger ev rabûn veguhere rêxistinbûneke xurt, wê karibe dawî li vê pergala desthiladar a tecawizkar jî bîne.

‘Divê ji bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ xwe rêxistin bikin’

Bêguman felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku Rêber Apo di encama ked û têkoşîneke giranbiha de diyarî me jinan kiriye, rêya xilasiya ji feraseta zilamê desthiladar û tecawizkar nîşanî me da. Weke YPJ, me ji destpêka têkoşîn û şerê xwe yê azadiyê ve ev felsefe ji bo xwe esas girt. Her ku çû ev felsefe mezin bû û di serhildanên Jîna Emînî de, di serhildanên jinên cîhanê de û vaye îro jî di serhildanên Hindistanê de ev dirûşim veguherî şêwazê têkoşînê û li her derê deng vedide. Li ser vê bingehê şoreşa jinê gerdûnî dibe û êdî dem hatiye ku em pergala jinan a konfederalîzma demokratîk ava bikin.

Li ser vê bingehê em berxwedana giranbuha ya jinên Hindîstanê silav dikin û piştgiriya xwe ji bo wan diyar dikin. Di vê wateyê de em bang li jinên Hindîstanê û hemû jinên cîhanê dikin ku têkoşîna xwe bi ti awayî nedin rawestandin û bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe rêxistin bikin û hêza xwe ya parastinê ava bikin.