'YPJ’ê nasname, hebûn, vîn û hêza me ye'

YPJ’ê hêza leşkerî ya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 10 sal in destkeftî û serkeftinên girîng bi dest dixe. Dayikên şervanên YPJ'ê yên di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane gotin, "YPJ’ê nasname, hebûn, vîn û hêza me ye."

NORŞAN ABDI

Kobanê – Bi Şoreşa Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kantona Kobanê ya Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir di serî de siyasî û leşkerî, jinan di gelek qadan de xwe bi rêxistin kirin. Tabûra Şehîd Rûken di 23’ê Sibata 2013’an de li Kantona Efrînê hate avakirin û ev tabûr yekemîn tabûra jinan e li Rojava.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4’ê Nîsana 2013’an de hat avakirin. Em bi dayikên jinên YPJ’ê yên ku di 10’emîn salvegera damezrandina YPJ’ê de di têkoşîna Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane re axivîn.

'YPJ'ê berxwedaneke mînak nîşan da'

Endama YPJ’ê Jîn Kaniya Kurdan di sala 2014’an de li gundê Zor Mixar ê rojavayê Kobanê jiyana xwe ji dest da. Dayika wê Semîra Ehemed diyar kir ku YPJ ku jin û civakê diparêze mînaka berxwedanê ye ku li hemû cîhanê bûye mînak û got.

“YPJ’ê di sala 2014’an de li Kobanê li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke dîrokî da. Jinan di vê berxwedanê de hêza xwe ya berxwedanê, şiyanên xwe û çawa xwedî li axa xwe derketin, ji hemû cîhanê re îsbat kirin. Di nava refên YPJ'ê de em bûn şahidê fedekariya mezin a hemû şervanên jin. Ez jî di nava berxwedana Kobanê de bûm. Dema ku li Kobanê serkeftin pêk hat, tîliliyên jinên ku cilê leşkerî li xwe kirine, porê wan ê hûnandî, sekna wan tê bîra min. YPJ çavkaniya hêz û serkeftina hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

'Em ê li ser şopa wan bin'

Semîra Ehemed anî ziman ku ew bi hebûna artêşbûna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serbilind in û wiha got: “Jinên Rojava di şoreşê de hem di warê leşkerî hem jî di warê siyasî, aborî û civakî de serkeftinên girîng bi dest xistin. Bi hêzkirina artêşa jinê yek ji girîngtirîn destkeftiyên vê şoreşê bû. Ji bo parastina destkeftî û destkeftiyên şoreşê, pêwîste em hêza xwe ya xweparastinê zêdetir pêş bixin. Bi hezaran şervanên jin ên weke Karen, Rêvan û Zozan ji bo parastina me şer kirin.”

Semîra Ehmed, diyar kir ku keça wê Jîn Kaniya Kurdan ji Viyan Amara gelekî bandor bûye û tevlî nava refên YPJ'ê bûye û got, "Em weke dayik bi şehîdên xwe serbilind in. Ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda kirin û em ê li ser şopa wan bin."

'YPJ artêşa herî mezin a jinan e'

Yek ji şervanên YPJ'ê Delal Amed e ku di Pêngava Rizgarkirina Dêra Zorê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da. Dayika wê Necah Mihemed 10’emîn salvegera YPJ’ê li hemû şervanên azadiyê pîroz kir û got, “Ji bo parastina xaka xwe û jiyana azad canê xwe feda kirin. Bi saya xwîna şehîdên xwe em îro li herêm û xaka xwe bi ewle û azad dijîn.”

Necah Mihemed anî ziman ku YPJ’ê xwedî artêşa jin a herî mezin a cîhanê ye û got, “Şev û roj li dijî dijmin şer kirin. Jinên Kurd hêza xwe ji cîhanê re îsbat kirine. Me dît ku çawa li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Di vê wateyê de baweriya me bi YPJ'ê heye. YPJ'ê bi berxwedana 10 salên dawî gelek destanên lehengiyê nivîsandin."

'Dîroka YPJ'ê tijî serkeftin û destkeftî ye'

Necah Mihemed da zanîn ku jinên YPJ'ê ji Kobanê heta Minbicê, ji Reqayê heta Teqka û Baxozê ji bo azadkirina jinan têdikoşin û destnîşan kir ku jin ji koletiyê rizgar bûne. Necah Mihemed anî ziman ku ew serbilind e ku keça wê jî mîna şervanên jin ên din di nava refên YPJ'ê de bi berxwedanê jiyana xwe ji dest da û got, "Asta ku YPJ'ê piştî berxwedana 10 salan îro gihîştiye girîng e. 10 salên YPJ’ê tijî serkeftin û destkeftî ne. YPJ nasname, hebûn, vîn û hêza me ye.”